AMED – Li Amedê di serdegirtina malê de nûçegihanê NRT TV Rojhat Dogru hat binçavkirin.
Li Amedê di saetê serê sibê polîsan bi ser mala nûçegihanê NRT TV Rojhat Dogru de girt. Piştî lêgerîna malê Dogrû hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Nehat zanîn ku Dogru ji ber çi hincetê hatiye binçavkirin.