STENBOL- Rêxistinên pîşeyî û rojnamegeriyê yên ku xwestin di Hefteya Mafên Mirovan de piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî û daxuyaniyê bidin li ber Girtîgeha Sîlîvriyê ji aliyê cendirmeyan ve hatin astengkirin.
Sendîkana Basin-Îş a DÎSK, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), Cemiyeta Rojnamegerên Hemdem (ÇGC), Haber-Sen, Enstituya Çapameniyê (IPI), Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), PEN a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya rojnameger û nivîskarên girtî xwestin li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyê bidin. Lê daxuyanî ji aliyê cendirmeyan ve hat astengkirin. Ji ber ku hemû rê hatin girtin rojnameger nekarîn biçin ber girtîgehê.
Ji ber vê yekê daxuyanî li Qada Bajar a Sîlîvriyê hat dayîn.
Serokê Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren axivî û diyar kir ku wan xwestine di Roja Mafên Mirovan de piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên li girtîgehan lê ev ji aliyê walîtiyê ve hatiye qedexekirin. Eren got ku wesayîtên wan hatine rawestandin û gotin ku daxuyanî hatiye qedexekirin.
'EM Ê XWEDÎ LI HEVALÊN XWE DERKEVIN'
Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu jî diyar kir ku xwestina mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin lê hatine astengkirin û wiha got: "Tirkiye hatiye merhaleyekî wehîm. Ligel hemû astengiyan em ê piştevaniya navneteweyî xurt bikin û bi hevre tevbigerin xwedî li hevalên xwe derkevin."
Nûnerê ÇGD'ê yê Stenbolê Ugur Guç jî diyar kir ku 140'ê zêdetir rojnamegerên girtî hene ew ji rojên ku nûçe wekî sûc tê dîtin derbas dibin û wiha got: "Îro bi dehan rojnamegerên ku hê dosyayên wan nehatine amadekirin hene. Em îro careke din bang li hikûmetê bikin rojnamegerî ne sûc e divê girtin wekî cezakirinê neyê bikaranîn."
PEYAMA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ HAT XWENDIN
Piştî daxuyaniyê peyamên rojnamegerên Cumhuriyetê yên girtî ji aliyê malbatan ve hatin xwendin.