Di 1987’an de JÎTEM, 1997’an de EMASYA, di 2017’an de GAMER!

ENQERE - Di bin baneya Wezareta Karên Hundir de Navenda Koordînasyona Lezgîn û Ewlehiyê (GAMER) hat avakirin. GAMER ji protokolên JÎTEM û EMASYA yên berê hatin avakirin û belavkirin bêtir berfirehtir e.

Di rojnameya fermî de hat aşkerekirin ku di bin baneya Wezareta Karên Hundir de bi hinceta hewldana darbeye Navenda Koordînasyona Lezgîn û Ewlehiyê (GAMER) hat avakirin. Hat diyar kirini ku ji bo li dijî bûyerên xwezayê û beşerî yên gefan li welat dixwin tedbîr bên girtin GAMER hatiye avakirin. Di rojnameyê de hat diyar kirin ku GAMER di 12'ê Nisana 2017'an de hatiye avakirin. Hat destnişan kirin ku GAMER, armanc dike ku valahiya di asta rêveberiyê û koordinasyonê de tije bike. GAMER dê karibe hemû agahiyên bi riya GSM, peyk, bêtêl, mirûdiyeta polîsan, cendirmeyan û agahiyên herêma ewlehiya peravê karibin kontrol bikin û bişopînin. Bi riya GAMER'ê hemû ragihandin dê ji navendekê ve bê şopandin. Bi vê pergalê dê avahiyên cemaweriyê, balafirgeh, kendav, qadên lojistik, herêmên pîşesaziyê, navendên kirîn û firotinê, îstasyonên benzîne, kompleksên sporê, stadyum, termînalên bar û trênan, navendên çandêu kongreyan, kompleksên bazirganiyê, otel, pansiyon, wergehên xwendekaran dê 24 saetan bên şopandin.

Ji niha û şûnde Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Ewlehiya Peravê, Midûriyeta Polîsan, Musteşariya Ewlehiya Cemaweriyê, Îdareya Koçberiye Midûriyeta Giştî ya Karê Welatîbûn û Nifûsê û gelek sektorên taybet dê bi hevkariya GAMER'ê bixebitin û xebatên xwe parve bikin. Di bin vê saziyê de dê tora agahiyan û ragihandinê bê avakirin. Di bin baneyê xwe de xebatên JÎTEM û EMASYA jî diparêze

Saziya GAMER'ê di bin baneyê xwe de xebatên JÎTEM'ê ku di sala 1987'an de hat avakirin û protokola EMASYA ya di sala 1997'an de hat avakirin di bin baneye xwe de vedihewîne. Dewleta ku JÎTEM qebûl kir, niha dike fermî.
Dewlet JİTEM'a ku ewil înkar kir û bû sedema 7 hezar û 500 kuştiyan û piştre hebûna JÎTEM'ê qebûl kir, niha bi awayekî fermî xebatên JİTEM'ê di bin navê GAMER'ê de dixe meriyetê. Wezaretê ku ewil JÎTEM piştre protokola EMASYA xist meriyetê niha di bin baneyê GAMER'ê de her tiştî rewa dike û fermî dike.

RÊBERÊ PKK'Ê ABDULLAH OCALAN EV ROJ DÎTIBÛN

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî protokola EMASYA hat betalkirin di 13'ê 2010'an de bi riya parêzerê xwe bal kişand ser serdema Gladyo ya Tansu Çiller û diyar kiribû ku di serdema Çîler de ev bû rêveberiyek xweser û wiha gotibû “Wê demê li dijî Gureş nerazîbûnên zêde hebûn. ‘Di sala 98’an de bawer dikirin ku em têk çûn. Gladyo piştre Ecevit tasfiye kir. Piştre di salên 2002-2004'an de ketin nava hewldana ku me perçe bikin.Difikirin ku me tasfiye bikin. AKP li benda vê yekê bu. Lê bi ser neketin.

Cihê wê hatiye em rexnedana xwe bidin. Hefteya borî jî min bi kurtasî behsa wê kiribû. Min bawer dikir ku yên di doza Ergenekonê de hatin girtin, bin bawer dikir ku li dijî çareseriyê ne. Lê piştî min geşedanên siyasî yên pişti wê şopandin, min dît ku kesên li dijî çareseriyê nehatin tasfiyekirin. Min fam kir ku kesên hatine deşifrekirin hatin tasfiyekirin. Yên nehatine deşifrekirin jî hatin parastin. Bi vî rengî avakirina hêza hegemonîk a Gladio ji nûve hat avakirin. AKP bi riya Ergenekonê cemaweriyê dixapîne. Li ber çavan wekî kesên li dijî çareseriyê tên tasfiyekirin xuya dike. Lê ne wisa ye.'