Parêzerên Ocalan cara 673’emîn serlêdan kir

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê cara 673’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Ebru Gunay bi boneya sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 672’an caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” hatin astengkirin.