AMED – Li Amedê polîsan bi ser mala endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Musa Farisogullari de girtin û ew binçav kirin.
Operasyonên siyasî yên li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) berdewam dikin. Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpê kirin de polîsan serê sibê bi ser mala endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Musa Farisogullari ve girt. Piştî lêgerîna li mala Farisogullari bi dawî bû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birim Midûriyeta Polîsan a Amedê. Nehat zanîn ku Farisogullari ji ber çi hincetê hatiye binçvakirin.
Li aliye din di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Savaş Încî (27) û Îrfan Încî jî hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.