ENERE – Welatiyê bi navê Zeynel Danaci li Enqereyê li pêşberî kamerayan polîsan milê wî şikand, bijîşk dibêjin ku dibe milê Danaci felc bimîne. Danacî aşkera kir ku polîs piştre hatiye gel wî û gotine ku "Tu îftira davêjî" û ambulans jî nehatiye herêmê.
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 139 roj e di greva birçîbûnê de ne, girseya ku roja Yekşemê li Parka Guvenê li hev civiyan, polîsan êrîşê wan kir 72 kes hatibûn binçavkirin û milê welatiyê bi navê Zeynel Danaci jî şikandibûn. Dîmenên mil şikandinê ketibûn ber kamerayan jî. Danaci li Nexweşxaneya Nimune a Enqereyê li benda emelyatê ye, tiştên hatine serê wî ji dîhaberê re parve kir.
‘TIŞTÊN PÊK ANÎN MIROVAHÎ QEBÛL NAKE’
Danaci destnîşan kir ku li ser banga Platforma Piştgiriyê hatine Enqereyê, li Kadikoya Stenbolê polîsan ew asteng kirine, li ser berxwedanê piştre destûr dane. Danaci aşkera kir ku polîsan îşkence li ciwanê bi navê Îlhan Kaya kiriye, ji bo îşkenceyê li wî nekin çûye gel wan û wiha axivî: "Ji bo hêj zêdetir îşkenceyê li ciwan nekin, min xwe avêt ser wî. Wê demê ez li ser Îlhan rakirin. Piştî ez ji Îlhan veneqetiyam wê demê milê min şikandin. Polîsekî tenê milê min şikand."
POLÎS: ÎFTIRA DAVÊJÎ
Danaci destnîşan kir ku polîsê ku milê wî şikand, ji herêmê dûr ketiye, piştre hatiye gel wî û wiha axivî: "Dema milê min şikand, min xwest kamera min bikişînin. Wê demê polîsê ku milê min şikand hat gel min, got ku 'Tu îftira davêjî, ez nêzê tu kesî nebûme' û dest bi parastina xwe kir. Lê ew dem bi vekirî di kamerayan de heye." Danaci piştrast kir ku îşkenceya hêzên dewletê daketiye kolanan, ew dê der barê vê hovîtiyê de serlêdana sûc bikin.
‘DIBE KU FELC BIMÎNE’
Danaci der barê tenduristiya xwe de jî agahî da û wiha axivî: "Milê min di navbera enîşk û sermilê de şikandin. Bijîşk dibêjin ku xetereya ku felc bimîne heye. Wekî lijne hi hev şêwirî ne û li benda emelyatê ne. Hemû xetereyên wê ji min re gotin. Heke ez qebûl bikim dê sibê milê min emelyat bikin. Lê xetereyên xwe jî heye. Piştî emelyatê de demekî tiliyên min bê tevger bimîne."