'Bi yekîtiyê em dikarin vê împaratoriya tirsê hilweşînin'

AMED - Di komxebata bi navê 'Di nava şer û zordariyê de parastina mafê mirovan' li Amedê hat li darxistin de bal hat kişandin ser girîngaya têkoşîna yekîtiyê. Kesên beşdar bûn diyar kirin ku bi yeketiyê dikare împaratoriya tirsê bê hilweşandin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Tabîbam û Baroya Amedê di çarçoveya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de komxebata bi navê Di nava şer û zordariyê de parastina mafê mirovan' li darxist. Komxebata li Salona Konferansê ya Vedat Aydin hat li darxistin gelek nûnerên saziyaên beşdar bûn.

Di komxebata ku bi pêşengiya endamê Lijneya Rêvebir a ÎHD'ê Şerîf Derînce destpêkir de destpêkê li ser navê baroyê Parêzer Serhat Eren axivî. Eren, diyar kir ku ji bo ew binpêkirinên mafan ên li cihên şer derketin holê bikin rapor xebatan didin meşandin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de mafekî ku nehatiye binpêkirin nemaye. Binpêkirinên mafan ên ku berê bi fîîlî dihatin kirin niha bi OHAL'ê tên qanûnî kirin. Divê dîsan em xwe bigihînin asta têkoşîna li dijî binpêkirinên mafan ên berê. Divê me têkiliyên xwe yên bi saziyên sivîl ên hene re baştir bikin."

'DIVÊ HÎMÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR BÊ AVAKIRIN'

Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî jî da zanîn ku ji bo raporkirina binpêkirinên mafan dema diçûn navendan ew jî rastî binpêkirinên mafan dihatin û wiha pêde çû: "Divê hîmê têkoşîna hevpar bê avakirin. Em dikarin wiha binpêkirinên mafan bidin rawestandin." Serokê Odeya Tabîpan Yakup Ataş bi lêv kir ku ew dikarin girîngiya têkoşîna mafê mirovan bi zextên ku parêzvanên mirovan pê re rû bi rû dimînin bidin nîşandan.

'MEJIYÊ DEWLETÊ NAYÊ GUHERTIN'

Nûnerê TÎHV'ê Bariş Yavuz jî wiha axivî: "Di mejiyê dewletê de tiştek nayê guhertin. Tiştên ku berê mezinên me jiyan kirin niha ciwanên me jiyan dikin. Parêzvanên mafê mirovan hertim di bin şertên zehmet de têkoşîna mafan dan meşandin û vê têkoşîna xwe jî bidomînin. Bêhiqûqiya herî mezin ew e ku dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin. Em bi yeketiyê dikarin împaratoriya tirsê hilweşînin."

Komxebat piştî nîqaşên hatin kirin bi dawî bû.