Doza rojnameya Cumhuriyetê di roja duyem de didome

STENBOL – Rûniştina yekemin a doza xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê di roja duyemîn de dewam dike.

Rûniştina ewil a doza rojnameya Cumhuriyetê ku jê 11 girtî û 17 xebatkarên wê tên darizandin di roja duyemîn berdewam dike. Doz li Edliya Çaglayan Stenbolê li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin û malbatên rojnamegerên tên darizandin, parlamenterên HDP û CHP, nûnerên saziyên sivîl û civakî, gelek rojnameger û welatî dişopînin. 11 rojnamegerên girtî li salonê amade ne û rûniştinê bi parastina Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Murat Sabuncu dest pê kir.

NOKTEYA ROJNAMGERAN HAT DORPÊÇKIRIN

Li aliye din dûh welatiyan li ber edliyê weşanên zindî yên TRT û A Haberê bi nîşandana wêneyên rojnamegerên girtî şermezar kiribûn. Tevahiya rojê rojnameger û welatî li pişt weşana zindî yên TRT û A Haberê sekinîn û weşanê protesto kirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de wêneyê Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê ya ji aliyê KHK’ê ve hat girtin Înan Kizilkaya jî hatin nîşandan.

Îro li heman cihî polîsan bariyeran danî. Hat zanîn ku ji bo rojnamger û welatî weşanên nêzî AKP’ê şermezar nekin bariyan hatine danîn. Cihê rojnameger lê diman hat dorpêçkirin.