14 rojên îşkenceya zayendî vegot

RIHA – Jina bi navê Suzan Çay ji ber ku dayika wê nexweş bû, ji Rojava derbasî Tirkiyeyê bû, li ser sînor hat binçavkirin, bi rêya parêzerê xwe serî li ÎHD'ê da. Çay aşkera kir ku 14 rojên li miduryetên polîsan ên Riha û Kaniya Xezalan, bi îşkenceya zayendî derbas bûye û hovîtiyên li qereqolê yek bi yek vegot.

Jina 30 salî Suzan Çay di 10'ê Hezîranê de li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hat binçavkirin, di bin çavan de tacîz û îşkence li wê hat kirin. Çay bi rêya parêzerê xwe serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê da. Çay li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tê girtin, nameya bi rêya parêzerê xwe şand tiştên di bin çavan de hatine serê wê vegot. Çay da zanîn ku ew berî 2 salan çûye Sûriyeyê û di karê kooperatîfê de cih girtiye, piştî ku bihîstiye ku dayikawê ne rihet bûye, ji ber ku derî girtî bûye, ji cihên qedexeyî re derbasî navçeya Kaniya Xezalan bûye, pişt re hatiye binçavkirin.

'EM Ê TAZÎ BIKIN LI QADÊ DALIQÎNIN'

Çay piştrast kir ku dema hatiye binçavkirin îşkence lê hatiye kirin, dest û çavên wê hatiye girêdan û bi kulman li wê dane. Çan da zanîn ku gefên wekî wê nebin emyetê, wê di nav xîzê de çal bikin û wiha axivî: "Ez bi tacîza fîzîkî û çêran re rû bi rû mam. Dema ez birim emyetê, 6-7 kesan bi hev re li min dan. Pehna kesekî had difina min û xwînê jê avêt. Bi navekî kod bangî min dikirin û digotin 'ev tu yî'. Herî zêde serê min li dîwaran didan. Digotin 'Em ê te tazî bikin û li navenda navçeyê daliqînin' û gef li min dixwarin."

Çay diyar kir ku dema birine Emyeta Kaniha Xezalan, ew li wir birine nexweşxaneyê, bijîşkan tenê gotiye "Tiştekî te heye?" û wiha pê de çû: "Min got difina min xwîn dibe û parsûyên min diêşe. Lê polîs ketin navberê û gotin ku 'ketiye' û xwestin îşkenceyê veşêrin." Çay destnîşan kir ku piştî bijîşk li wir veqetiya ne, polîsan ew birine qereqolê û torbe xistine serê wê û bi saetan bi kemerê li wê xistine.

‘HETA LI SER HIŞÊ XWE ÇÛM LI MIN DAN'

Çay aşkera kir ku kesên îşkence li wê kirine, gotine ku "Tu îşev bi me re yî, ji vir derketin tune" û îşkenceya hovane wiha vegot: "Ez demekî ji ser hişê xwe çûme. Tevahiya rojê niqutkek av nedan. Tenê bê navber îşkence dikirin. Êvarê ji bo xwarinê çûn, lê ez hêj bi torbeyê di xerê xwe de li wir mam. Pişt re dîsa birin kontrola tenduristiyê."

‘ÎŞKENCE LI TEM'A RIHAYÊ DEWAM KIR’

Çay got ku piştre ew birine TEM'a Rihayê û li vir birine nexweşxaneyê û wiha pê de çû: "Min li nexweşxaneyê ji bijîşk re got serê min gêj dibe, medê min li hev dikeve û parsûyên min diêşin. Ji min re got ku 'Heke tiştek li te bê wê te bînin nexweşaneyê, fîlma te bikişînin.' Pişt re ez birim hucreyê. Di wê hucreyê de 4 jin hebûn. Polîseke jin hat ez ji vir giritim û ez birim jêrzemînê. Li vir li deriyekê da û bi gotina 'Serok' bang kir. Destê min ji piştê ve kelepçe kir û ez avêtim wê odeyê. Li wê odeyê hin kesên din hebûn. Ji min re gotin 'Li ser piyên xwe çong dayne' û qîr dikir. Di wê navberê de yekê ez dev dam û ez li ser çongan ketim. Yekî jî destê min li ser stûyê min de tewand û serê min li erdê da. Ji xwe nava rojê jî li difina min xwîn çûbû. Bi lêdanê re dîsa difina min xwîn bû."

‘BI ZORÊ HIN ÎDIA LI MIN DIDAN QEBÛLKIRIN’

Çay aşkera kir ku dema destên wê kelepçekirî bûye, kesek li ser piyên wê rûniştiye û bi vî şeklî îşkence li wê kirine û wiha axivî: "Dema polîsan ji bo şopên tiliyan bigirin ez birim, ez hew tamîş bûm û min xwest xwe ji maşînê bavêjim, lê derî hatibûn niftekirin." Çay da zanîn ku di vê demê de xwarin nexwariye, bi zorê xwestine hin îdiayan bi wê bidin îmzekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yekî qirika min girt, şidand û ez bilindî jor kirim. Gotin tu ji çiyê hatî, te perwerde dîtiye û tu dixwazî vir biteqînî. Dema min qebûl nekir, ez avêtim erdê. Gef dixwarin ku ez qebûl bikim."

CERYAN Û ÊRÎŞA ZAYENDÎ

Çay anî ziman ku dema îşkence li wê kirine, ji ber ku wê qîr nekiriye, gelekî hêrs bûn û gefên wekî 'Em ê te tazî bikin û kesên li vir çi bixwazin dê wê bi te bikin' û ev tişt got: "Pişt re yekî goreyên min derxist, bi tiştekî hişk li piyên min dan. Ez ji ser hişê xwe çûm û careke din av li rûyê min kirin û min hişyar kirin. Tiştek li milê min ket, ceryan bû. Ez dîsa ji ser hişê xwe çûm. Rojeş şûn de ez dîsa berjêrî jêrzemînê kirim û tişta ewil çong bi min didan şikandin. Polîsê bi navê Kurşat digot ku 'Ez te teslîmê general bikim dê çi bine serê de, ez wî bi zorê digirim', bi van gotinan gefa zayendî li min dixwarin. Her şev rêjeya îşkenceyê zêde dikirin."

‘14 ROJAN TACÎZ Û ÎŞKENCE’

Çay piştrast kir ku piştî 4 rojan parêzerê ji CMK'ê hatiye û îfadeya wê ya ku hatiye amadekirin xwestine bi wê bidin îmzekirin û ev tişt anî ziman: "Min ji parêzer re got ku îşkence li min kirine. Şopê wê jî min nîşan kir. Ev îşkence her şevê dewam kir. 14 rojan her şev. Di demên dawî de ji qirik û difina min xwîn dihat. Roja dawî dîsa çavê min girtî, destê min kelepçekirî min birin odeyê. Di odeyê de kesekî destê xwe li stûyê min û nava lingê min gerand û ez tacîz kirim. 14 rojan tacîz û îşkence kirin."

‘DI CILÊ WÊ DE ŞOPÊN XWÎNÊ HEBÛ’

Çay serî li ÎHD'ê da û îşkenceya 14 rojan kir qeydan. Parêzer Mikaîl Yavuz da zanîn ku piştî 5 rojan ew pê hisya ne ku miwekîla wî di bin çavan de ye, lê li gorî presedorê dema kesek bê binçavkirin divê agahî bidin malbatê û û wiha axivî: "Di laşê wê de cihê reşbûnê hebûn û cilê wê bi xwîn bûn. Dîsa di her du milên wê de şopên reş, wekî ku derzî têre hatiye kirin. Min ev rewş ji wê pirsî, got ku ceryan dane min." Yavuz destnîşan kir ku wî xwestiye serî li dozgeriyê bide, lê miwekîla wî gotiye ku "Ez hêj di destê wan de me, dê hêj zêdetir îşkenceyê li min bikin. Dema ez derketim dadgehê ez ê her tiştî bînim ziman û serlêdana sûc bikim."

Yavuz diyar kir ku wan serî li 4'emîn Dozgerê Sulh Cezayê daye, divê îda bên lêkolînkirin û ji bo giliyê jî serî li Serdozgerê Komarê yê Rihayê dane û dê der barê vê bûyerê de lêpirsînê dewam bikin.