ENQERE – Erdogan li ser navê koma AKP’ê axivî û bersiv da rexneyên Elmanya û diyar kir ku dê Elmanya zerarên gelek mezin bibîne. Erdogan li welatên rojavayî jî gef xwar û wiha got: “Heya we jê heye hûn berê xwe didin kê? Tirkiye ne tenê Tirkiye ye.”
Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan li ser navê Koma Meclîsê ya AKP’ê di komcivînê de axivî. Erdogan çûyîna xwe ye Korfezê nirxand û da zanîn ku Tirkiye di nav welatên herêmê de cihek xwe cuda heye. Erdogan angaşt kir ku di demên dawî de Tirkiye di nav gelek welatan de cihê xwe zeximandiye. Erdogan îdea kir ku hevdîtinên têkildarî qirîza Katarê jî bingehek girîng ava kiriye.
Erdogan di axaftina xwe de êrîş û komkujiyên li welat ji nedîtî ve hat û behsa tiştên li Mescîdî Aksa ya li Qudisê qewimîne kir.
DI HEDEFA ERDOGAN DE WELATÊN ROJAVA HEBÛN
Erdogan destnîşan kir ku welatên wek DYE, Elmanya, Îngîltere û welatên rojavayî yên din li dijî Tirkiyê bûne yek û got: “Ev welat ji Tirkiyê çi dixwazin em bê pirs û daraz pêk tînin. Dixwazin ku sîxûr li welatê me cîritan biavêjin û em jî tiştekî nekin. Dixwazin em rûyê xwe dirêjî wan bikin û ew jî sîle me bidin. Bila li qisûrê nenêrin welatek wisa tune ye. Ez serokomerek im nikaribin li welatê we biaxivim lê bila sîxurên te jî bên li otêlan cîrîtan biavêjin. Tiştek wisa tune ye. Ya hûnê ji me re rêz bigirin an jî hûnê bersiva hemû bêrêziyê xwe bigirin.”
ÇAVTIRSANDÎ KIR
Erdogan daxuyaniyên rayedarên Elman wek “nîşandana bêçareseriyê” nirxand û wiha domand: “Em her tiştî dişopînin. Dema seatê wê bê em dizanin dê li ser tepeyê sîxwiran çawa siwar bibin û em ê siwarbûna li ser serê wan dewam bikin.” Erdogan pesnê aboriya Tirkiyê jî da û xwest ku hemû welatên derve wan ji xwe re mînak bigire.
‘HEYA WÊ JÊ HEYE HÛN BERÊ XWE DIDIN KÎ?’
Erdogan bal kişand ser rewşa OHAL’ê û ev tişt got: “OHAL’a me li dijî rêxistinê terorê ye. Ne li dijî şirketan e. Hûn dixwazin Tirkiyê bi ambargoya bitirsînin, lê divê hûn xwe ji bedel dayînê re amade bikin. Tirkiye tenê ne Tirkiye ye, li her welatên Ewropayê û gelek deverên cuda yên cîhanê duayên bi milyonan mirov distîne. Heya we jê heye hûn berê xwe didin kê?”
BEHSA 2019’AN KIR
Erdogan îşaretî hilbijartinên 2019’an kir û idea kir ku dê serkeftina AKP’ê bibe serkeftina welat. Erdogan bi ideaya ku gelek hedefên mezin pêk anîne û pesindayîna xwe ya li Tirkiyê axaftina xwe bi dawî kir.