Parlamenterên HDP’ê dorpêçkirinê şermezar kirin

AMED – Parlamenterên HDP’ê piştî Komcivîna xwe ya li Amedê li dijî astengkirina tevlîbûna welatiyan a civînê û dorpêçê bertek nîşan dan û bi gotina “Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî” volta avêtin.

HDP Komcivîna xwe ya Meclîsê li Parka Ekîn Ceren a Amedê li dar xist. Polîsan park dorpêç kir û nehiştin welatî tevlî daxuyaniyê bibin. Piştî axaftina berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, parlamenterên HDP’ê li dijî helwesta dorpêçkirina “Nobeta berxwedanê” ya polîsan bertek nîşan dan.

Parlamenterên HDP’ê Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Garo Paylan, Nadîr Yildirim, Behçet Yildirim, Feleknas Uca, Nîmettullah Erdogmuş, Ziya Pîr, Muslum Dogan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Ayşe Acar Başaran bertekên xwe bi tur avêtinê an go voltayan dan nîşandan. Parlamenteran da xuya kirin ku Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî.