BEDLÎS – Nacî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê girtiye diyar kir ku li girtîgehê zêdeyî 100 girtî ji xwarinê jehrî bûne. Rayedarên girtîgehê jî rewşê wek “carcar” şîrove kirin.
Nacî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê bi rêya hevdîtina girtî ya duh ji malbata xwe re ragihand ku hefteya derbasbûyî ji 100 girtî zêdetir ji xwarina girtîgehê jehrî bûne.
Birayê Kaya, Mesut Kaya diyar kir ku birayê wî ji wan re gotiye ku girtî ji xwarinê jehrî bûne û birine nexweşxaneyê hildane bin dermankirinê. Kaya destnîşan kir ku birayê wî ji wan re gotiye li gel ku hefteyek bi ser bûyerê re derbas bûye hêj hin girtiyan radikin nexweşxaneyê û bi serûman tên girtîgehê.
Me bi rêya têlefonê xwe gihand rayedarên Girîgehê Bedlîsê û angaşt kirin ku bûyera jehrîbûnê pêk nehatiye û bûyerê bi gotina “carcaran” parastin.