Rojnameger Akman û Alayumat 13 roj in di binçavan de ne

HATAY – Nûçegihanên me dihaberê Nurî Akman û Erdogan Alayumat li Hatayê bi hincetên kêfî 13 roj in di binçavan de girtîne.

Nûçegihanên me dîhaberê Nurî Akman û Erdogan Alayumat ji 13’ê tîrmehê vir ve bi hinceta “bi guman in” li navçeya Islahiye ya Dîlokê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê 13 rojin di binçavan de tên girtin. Akman û Alayumat piştî Islahiyê biribûn Midûriyeta Polîsan a Hatayê. Parêzerên Akman û Alayumat, Suphî Zarîf dûh bi muwekîlên xwe re hevdîtin kir û diyar kiribû ku derbarê wan de bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” pirsyariya wan dewam dike.

Rojnamegeran bi malbatanê xwe re hevdîtinên kurt kirin û diyar kiribûn ku wêneyên bêeleqe ji wan dipirsin û wênekêş û kamerayên wan tên lêkolînkirin.

Ev 13 roje hêj îfadeya rojnamegeran a li emniyetê nehatiye sitendin û ma rojek ku dema binçavkirinê tije bibe.