ENQERE - Kedkarên teqawîd bûne çalakiya kolana Yukselê ya Enqereyê ku ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 259 rojin di ber xwe didin, çalakî dewir girtin. Welatiyen tewawît Abdullah Sundal û Turan Han, diyar kir ku heta Nûriye û Semih azad bibin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Çalakiya kedkarên Kolana Yukselê ya ku di pêşengiya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 139 rojin di greva birçîbûnê dene dane destpêkirin di roja 259’an de berdewam kir. Çalikya li kolana Yukselê her roj bi tevlêbûna kesên cuda berdewam dike. Koma ku li Kolana Konurê kom bûn û xwestin li ber bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin rastî mudaxaleya polisan hatin. Çalakgeran bi siloganên “Bila Nuriye Gulmen, Semih Ozakça li karê xwe vegerin" û “Nuriye Semih serbest bên berdan" berz kirin, meşiyan ber Bîrdariya Mafên Mirovan. Polîsan mudaxale kir û destûr neda. Çalakger û welatiyên teqawît Abdullah Sundal, bertek nîşanî êrîşa polîsan da û diyar kir ku heta Nuriye û Semih azad bibin dê çalakiya xwe berdewam bikin."
Piştî mudaxaleya polîsan çalakgeran dîsa silogan berz kirin û ji qadê belav bûn.