‘Nobeta berxwedanê’ dest pê kir

AMED – Li gel hemû astengî û dorpêçkirina polîsan parlamenterên HDP’ê piştî komcivîna xwe dest bi “Nobeta berxwedanê” ya hefteyekê bidome kirin.

HDP’ê Komcivîna xwe ya Meclîsê ya vê hefteyê li Parka Ekîn Ceren a Amedê bi dirûşma “Em ranewestin. Em bêjin raweste. Em faşîzmê rawestînin" li dar xist. Gel xwest beşdarî civînê bibe lê rastî astengiya polîsan hatin û destûra endam û rêveberên partiyê û gel nehat dayîn û derdora parkê bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP’ê di bin siya çek û bariyeran de civîna xwe li dar xist. Parlamenterên HDP’ê jî nerazîbûn nîşanî dorpêçê dan.

Piştî civînê parlamenterên HDP’ê bi boneya dorpêça polîsan şermezar bikin volta avêtin û pişt redest bi “Nobeta Berxwedanê” ya hefteyekê kirin. Parlamenter li bin siya daran û li kêleka bariyaran rûniştin û têkildarî geşedanên di rojevê de di navbera hev de sohbetên xwe dikin. Her wiha li ser rewşa heyî nîqaşan didin meşandin.

‘NOBETA BERXWEDANÊ’ DEST PÊ KIR

Rêveberên HDP’ê jî tevlî “Nobeta berxwedanê” bûn û dê her roj saet di 11.00’an de li parkê daxuyaniya çapemeniyê bê li darxistin.

10 WEKÎL TEVLÎ BÛN

Nobeta heta 31’ê tîrmehê ku dê bidome navê Parlamenterên HDP’ê yên tevlî çalakiyê bûn wiha ne: Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Garo Paylan, Behçet Yildirim, Feleknas Uca, Nîmettullah Erdogmuş, Ziya Pîr, Muslum Dogan û Dîlan Dîrayet Taşdemîr

DÊ EV NOBET MEHEK DEWAM BIKE

Komcivîna HDP’ê û “Nobeta berxwedanê” dê piştî Amedê li Stenbol, Wan û Îzmîrê bidome. Dê li her bajarekî hefteyekê bidome û 10 wekîl tevlî bibin.

DÊ ÇALAKÎ PIŞTÎ NOBETÊ JÎ BIDOME

Dê piştî qonaxa “Nobeta berxwedanê” dê heta roja hevserokên wan giştî û parlamenterên wan ku di 4’ê mijdara 2016’an de hatin girtin çalakî û mitîngên cûr bi cûr li dar bixin.