Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 673’emîn red kirin

STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê cara 673’emîn ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.

Serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Ebru Gunay bi boneya sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 673’emîn hat redkirin.

Hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 672’an caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tên astengkirin.