STENBOL - Parêzerên ÇHD û OHP'ê, bal kişandin ser binçavkirina parêzerên Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen ên bi navê Ebru û Barkin Tîmtîk û xwestin demil dest serbest bên berdan.
Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça 139 roj in di greva birçîbûnê de ne. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwez (OHD) ên bi KHK'ê hatin girtin, bal kişandin ser binçavkirina xwişk û birayên parêzer ên bi navê Ebru û Barkin Tîmtîk ku parêzeriya Ozakça û Gulmen dikin, xwestin serbest bên berdan.
Parêzerên li ber Deriyê C yê Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gel hev, pankarta "Bila parêzerên Nuriye û Semîh Ebru-Barkin Tîmtîk serbest bên berdan" vekirin.
Piştî parêzeran Serokê Şaxa ÇHD'a Stenbolê Gokmen Yeşîl axivî û aşkera kir ku polîsan destê Ebru û Barkin Tîmtîk ji pişt ve kelepçe kiriye û ew binçav kirine.
Yeşîl destnîşan kir ku Ebru û Barkin Tîmtîk li Şaxa TEM'ê ya Enqereyê tên girtin û wiha axivî: "Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh rêyeke grevê ya mafê wan e, ew rêwiyên ku hatine sînorê mirinê ne. Parêzerên hevrêyên me jî ji bo edaletê li ser peywirê bûn. Divê demildest serbest bên berdan."