STENBOL - Xebatkarên TV 10 a hatiye girtin, carekdin bi dirûşmeya "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" li Qada Galatasarayê hatin cem hev.
Xebatkarên TV 10 a bi biryarnameya KHK'ê hatiye girtin, di hefteya 10'emîn a çalakiya bi dirûşmeya "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" dane destpêkirin de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta ""Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin" hat vekirin de dirûşmeyên "Dengê çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" û "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de endamê Platforma Karadenîz Îsyane Eren Dagistan, axivî. Dagistan, diyar kir ku yên ku ji bo girtina newalan heldanê didin kanalan digirin û wiha got: "TV 10 dengê newal, zaozan, çiya, mal û me ye. Dengê me nayê bêdengkirin."
Serokê TUM-TOKDER Hasan Bayrak, jî da zanîn ku TV 10 deng û bêhna wane û ew ê destûr nedin ku dengê wan bê bêdengkirin.
Çalakî bi stranên Guruba Karadenîzê bi dawî bû.