AMED - Rêveberên SES'ê û Odeya Tabîban a Amedê girtina 7 kedkarên tenduristiyê yên di lêpirsîna KCD'ê de hatin girtin şermezar kirin û diyar kirin ku ew şahidin ku hevalên wan bê sûc in. Kedkarên tenduristiyê xwestin hevalên wan zu bên berdan.
Şaxa SES'ê ya Amedê û Odeya Tabîban a Amedê (DTO), bi minasebeta girtina 7 endamên wan yên di 19'ê Tîrmehê de di lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin û girtin li avahiya DTO'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek bijişk tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de Hevserokê DTO'ê
Mehmet Şerif Demir, diyar kir ku Dr. Şemsettin Koç, mamoste Zohre Taş û Endama Dîwana KCD'ê Saliha Aydenîz, Dr. Selçuk Mizrakli, Endama MYK'ê ya Egîtim Sen'ê Ebru Yigit, Enamê MK'ê yê ÎHD'ê Alî Riza Yurtsever û Mehmet Aydin hatin girtin û wiha got: "Em vê girtinê qebûl nakin. Piştî OHAL'ê ji rojnamegeran heta parazvanên mafên mirovan hemû kesên muxalif hatin girtin û rastî zextan hatin. Herî dawî hevalên me bûn qurbana vê bê hiqûqiyê.
‘BÊYÎ DELÎL HATIN GIRTIN
Demir, anî ziman ku hevpişeyên wan di karê pîşeya xwe de her dem hewl dan karê herî baş bikin û wiha got: "Hevalên me yên hatin girtin ji ber ku li pirsgirêkên di qada tenduristiyê de li herêmê û Amedê derdikevin xwedi derketin hatin girtin. Tevî ku navnîşana wan diyar e jî li şûna wan bang li îfadeyê bikin, bi ser malên wan de girtin û ew li malên wan binçav kirin. Ev biçnavkirin û girtin li dijî demokrasî û hiqûqê ye û em vê yekê qebûl nakin. Em ji rayedaran dixwazin ku hevalên me zû berdin. Em şahidin ku hevalên me bê sûc in. Em ji hemû cemaweriyê dixwazin ku li bijîşkên xwe xwedî derkevin û bêdeng nemînin.