Nivîskar Temel Demirer hat binçavkirin

STENBOL - Nivîskar Temel Demirer ku ji bo îfadeya daxuyaniya Pirsûsê çû Edliyeya Stenbolê hat binçavkirin.

Niviskar Temel Demirer ku ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Stenbolê hat binçavkirin. Nivîskar Demîrer di 23'ê Tîrmehê de li Kadikoyê beşdarî bîranîna kesên di komkujiya Pirsûsê de hatibûn kuştin bûbû û li vir axaftin kiribû. Dîsa Temel Demirer li Enqereyê beşdarî daxuyaniyan bûbû û komkujiya Enqereyê şermezar kiribû. Dev li çalakiyên ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bûbû û piştgirî dabû an. Hat zanîn ku Demirer ji ber tevlêbûna çalakiyan hat binçavkirin.