Dengê çek û teqînan ji Tendûrekê bilind bû

AGIRÎ – Li Çiyayê Tendurekê liv û tevgera leşkerî didome û ji vê herêmê dengê teqîn û çekan bilind dibe.

Li Çiyayê Tendurekê yê di navbera Giyadîna Agirî û Çaldêrana Wanê de di saetên şevê de ji herêmê dengê çek û teqînan bilind bû. Bi mehane liv û tevgera heronan li herêmê dewam dike û hat zanîn ku duh bi şev nêzî du saetan dengê çek û teqînan bilind bûye û ev deng ji gundên navçeya Giyadînê hatine bihîstin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku dengê çek û teqînan ji nêzî mewkiya Gulîzer û gundê Xarik hatiye bihîstin. Hat zanîn ku duh di saetên êvarê de bi 7 dolmişên sivîl tîmên taybet veguhezandine herêmê û hêj liv û tevgera leşkerî dewam dike.