Eti Bakir ji bo valakirina gundan teblîgat şand

MÊRDÎN - Şîrketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîng ku dixwaze li gundê Şemika yê Şemrexê fosforê derxe, teblîgat ji gundiyan re şand û xwest gund vala bikin.

Şîrketa Etî Bakir A.Ş. ya giredayî Cengîz Holding a dixwaze li gundê Şemika ya Şemrexê fosfor û gubre derxe, tebligat ji gundiyan re şand û xwest gundî heta 31'ê Tîrmehê gund vala bikin. Şîrketê di 12'e Tîrmehê de bi maşîneyan çûbû gund û xwestibûn fosforê derxin. Gundiyan jî bertek nîşanî wan dabû.