Hevdîtinên der barê betalkirina parlementeriya wekîla HDP'î Hezerê de dest pê kirin

ENQERE - Piştî qebûlkirina pêşniyara Koma AKP'ê, bi hinceta "bêdewamiyê" hevdîtinên der barê betalkirina parlementera HDP'î Tugba Hezerê de dest pê kirin.

Pêşniyara Koma AKP'ê ya bi hinceta "bêdewamiyê" betalkirina wekîltiya parlementerên HDP'ê Faysal Sariyildiz û
Tugba Hezerê de hat qebûlkirin û hevdîtinên ji bo betalkirina wekîltiya wan dest pê kirin.

Pêşî hevdîtina rapora der barê Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturkê de dest pê kir. Di hevdîtinê de parlementer bi xwe dikarin parêziya xwe bikin an jî endamekî/ê pêşniyar dike û ew parlementer parêziyê dike. Hat hînbûn ku dê li ser navê Hezer Ozturkê Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û li ser navê Sariyildiz jî Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş parêziyê bike.

Piştî parêziyan, bi 24 saetan şûnde dê dengdayîn bê kirin. Di dengdayînê de ji bo betalkirina parlementeriyê divê piraniya endaman erê kiribe.

Piştî hevdîtina der barê raproa Hezerê de, dê heman rê û rêbaz ji bo ya Sariyildiz jî bê xebitandin.