Di 'Nobeta Berxwedanê' ya HDP'ê de kêliyên rengîn

AMED - "Nobeta Berxwedanê" ku parlementerên HDP'î li Amedê dan destpêkirin didome. Di nobeta ku dê hefteyekê bidome kêliyên rengîn xwe didin der. Parlementer bi stranan nobet rengîntir kirin.

HDP, li Amedê li Parka Ekîn Cerenê bi dirûşmeya "Em ranewestin, bidin rawestandin, faşîzmê rawestînin" çalakiya "Nobeta Berxwedanê" da destpêkirin. Welatiyên xwestin tevlî çalakiyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Her çi qas hawirdora parkê ji aliyê polîsan ve hat girtin jî welatiyan bi çepik û tilîliyan piştevaniya parlementeran kir.

Di çalakiya "Nobeta Berxwedanê" de ku piştî komcivînê hat destpêkirin, kêliyên rengîn xwe didin der. Parlementerên HDP'î bi awayekî koroyî stran gotin.