NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî derbarê referandûma 25'ê îlonê de bê li darxistin wiha got: "Em referandûmê nas nakin, lê bêlê ji bo vê yekê jî em berê tanqan nadin Herêma Kurdistan"
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist. Îbadî têkildarî referandûma serxwebûnê ya di 25'ê îlonê de li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê axivî û wiha got: "Em ê ji daxwaza gelê kurd û Iraqê rêz bigirin. Lê bi yek alîbûn erka ji makeqanûnê veqetîn tune ye. Referandûma li Herêma Kurdistanê ne qanûnî ye û em viya nas nakin."
‘QEYRANÊN CIDÎ HENE'
Serowezîr Îbadî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Li Herêma Kurdistanê qeyranên cidî hene. Ez wan di derbarê referandûmê de hişyar dikim. Encama referandûmê dê bandorê li ser me hemûyan bike. Em banga diyalogê li herkesî dikin. Ez bawerim ku gelê Kurdistanê jî ji bo referandûmê lez nake."