Bi pêlîstokan tiştên kevnare dikire

RIHA -Li Rihayê, Muharrem Yildirim ku 40 sal in etariyê dike, bi pêlîstokan tiştên kevnare dikire.

Muharem Yildirim (51) ê li Taxa Kisas ku elewiyên tirkmen ên Rihayê lê rûdinên dijî, tax bi tax digere û etariyê dike. Dema 11 salî ye bavê wî dimire û piştî mirina bavê xwe ew û kalê xwe bi keran etariyê dikin û niha jî bi wesayîteke xwe ya kevn etariyê dike. Yildirim, anî ziman ku wî bi etariyê 4 zarokên xwe xweyî kiriye û daye xwendin û wiha got: "Gund bi gund, bazar bi bazar digerim. Ez eşyayên nû didim wan, ew jî yên kevn an jî mirişk, qaz û werdekan didin min."

RÊBAZA PEVGUHERANDINÊ

Yildirim, anî ziman ku ew yeko yeko li tax û gundên Rihayê digere û ew bi rêbaza pevguehrandinê pêlîstokan dide zarokan û eşyayan dide mezinan û beramberiya wê, ew jî yên kevn ji wan distîne. Yildirim wiha domand: "Ez amûrên metbaxê û ji bo zarokan jî pêlîstokan didim wan. Ew jî eşyayên xwe yên kevn ên naylonî, sifir, elemiyon, hesin didin min. Yanî em pevdiguherînin. Em di şert û mercên zehmet de dijîn. Ma karekî rihet heye? Ez sibehê saet di 08.00'an de dest pê dikim heta saet 20.00'an."

Yildirim, anî ziman ku paşê xurdeyên berhev kiriye bi keraneyan dieciqîne û ji bo bişîne cihê veguehrandinê wan dixe embara xwe. Yildirim, anî ziman ew rojê 30-50 lîreyî qezenc dike û wiha xivî: "Ev kar karê qismetê ye. Tu nizanî tu yê çi qasî qezenc bikî. Tu çiqasî bigerî tu ewqasî qezenc dikî."

'JI DÊVLA KU HÛN XWEZAYÊ QIRÊJ BIKIN BIDIN ME'

Yildirim, anî ziman ku eşyayên tên avêtin zirarê didin xwezayê û wiha got: "Ji dêvla ku hûn amûrên xwe yên kevn bavêjin û zirarê bidin xwezayê, berhev bikin û bidin me etaran an jî xurdekaran. Bi vî awayî dê hem bi kêrî we hem jî bi kêrî me bê."