EDENE - Li Edeneyê sendîka û partiyên siyasî piştevaniya xwe ya ji bo "Nobeta Berxwedanê" ku HDP li Amedê bi dirûşmeya "Em nesekinin, bidin sekinandin, faşîzmê rawestînin" da destpêkirin ragihandin. Sendîkayan wiha got: "Ji bo Tirkiyeyeke bê şidet, biedlaet û azad em ê li kuçeyan bi hev re bitêkoşin."
Li Edeneyê sendîka û partiyên siyasî piştevaniya xwe ya ji bo "Nobeta Berxwedanê" ku HDP li Amedê bi dirûşmeya "Em ranewestin, bidin rawestandin, faşîzmê rawestînin" da destpêkirin ragihandin. Seroka Partiya Emepê ya Bajêr a Edeneyê Sevil Arici Bek, anî ziman ku ew piştevaniya daxuyaniyên HDP'ê yên der barê demokrasiyê de dikin. Bek, dest nîşan kir ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk divê hemî hêzên demokrasiyê, jin, kedkar û karker bi hev re bitêkoşin. Bek ji bo "Nobeta Berxwedanê" ya HDP'ê jî dest nîşan kir ku divê her kes piştevaniya wê bike.
‘DIVÊ TÊKOŞÎN LI KUÇEYAN BE'
Bek, dest nîşan kir ku HDP ji bo têkoşînê bang li hemû civakê dike û wiha got: "Di pêvajoya dawî de welat bi OHAL'ê tê birêvebirin, hemû hêz li ber destê kesekî ne, meclîs hatiye tasfiyekirin, di warê demokratîk de windahiyên zêde çêbûne. Bi rastî jî di van şert û mercên OHAL'ê de nepêkane ku mirov behsa demokrasiyê bike. Ji ber ku em bawer dikin ku divê hemû gel ji bo berjewendiyên hevpar, ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin, em piştevaniya 'Nobeta Berxwedanê' ya HDP'ê dikin û divê her kes destekê bidê." Bek, dest nîşan kir ku gava ku HDP' daye destpêkirin zaf girîng e û divê têkoşîn li kuçeyan be.
'JI BO JIYANEKE BI HEV RE NOBETÊN BERXWEDANÊ GIRÎNG IN'
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) a Edeneyê Muzaffer Yuksel, anî ziman ku ew ê bênavber piştevaniya "Nobeta Berxwedanê" ya ku HDP daye destpêkirin bikin. Yuksel wiha domand: "'Nobeta Berwxedanê' ya piştî Meşa Edaletê hat destpêkirin di warê demokrasiyê de gaveke girîng e. HDP ew partiye ku gelek parlementerên wê di girtîgehê de ne. A rast ev gav bi derengî jî ket. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîktir divê ev gav rast bê nrixandin." Yuksel, ji bo edalet, biratî û wekheviyê balê kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha axivî: "Têkoşîna herî girîng jî ya bi hev re û ya li kuçeyan e." Yuksel, dest nîşan kir ku baweriya wan ew e ku dê "Nobetên Berxwedanê" bibin sedema ku bêtir dengê kedkaran derkeve.
'JI BO RAKIRINA OHAL'Ê EM Ê PIŞTEVANIYA WÊ BIKIN'
Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Cemîl Ozen jî, ji bo rakirina OHAL û peydekirina edaletê ew ê piştevaniya vê bangawaziya HDP'ê bikin. Ozen, dest nîşan kir ku deklarasyon xîtabî hemû derdoran dike û piştî Meşa Edaletê gava herî girîng e. Ozen, got ku ji bo Tirkiyeyeke bê şidet, biedalet û azad ew ê li kuçeyan piştevaniya "Nobeta Berxwedanê" ya HDP'ê bikin.