MÊRDÎN – Şirketa Etî Bakirê, teblîxat ji niştecihên gundê Şemikayê re şand û ji wan xwest ku heta 31'ê Tîrmehê gund vala bikin. Lê li gel vê rewşê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin riya gund çêdike. Niştecihên Şemikayê gotin ku ew ê dev ji gundê xwe bernedin û qeyûm ji bo şîrketê rê çêdike.
Şirketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdingê, 3 roj berê bi rêya Notera 2’emîn a Mêrdînê ji niştecihên gundê Şemika yê girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê ku 32 mal tê de dijîn re teblîxatek rê kir. Di teblîxatê de hatiye diyarkirin ku, divê gundî heta 31'ê Tîrmehê gund vala bikin. Di heman demê de qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin jî qîrê dirijîne riya gund. Etî Bakir ji gudniyan re dibêje "muxatab dewlet e" û ew bi destûra dewletê gudniyand erdixînin û li aliyê din jî qeyûm rê çêdike. Niştecihên gundê Şemikayê bertek nîşanî vê biryara Eti Bakirê dan û gotin ku wan tu wate nedaye çêkirina rê.
‘ME EV GUND KIR CIHÊ JIYANÊ’
Welatiyê bi navê Mustafa Onen jî anî ziman ku gundê wan xwedî mêjûyeke nêzî 500 salî ye wiha berdewam kir: “Cihê bav û kalê me ye ka em ê çawa dev jê berdin? Di gund de 20 hezar heywan hene, 300 zarok hene ka wê bi ku ve herin? 8 zarokên min hene, min xaniyê xwe nû çêkiriye, bi 300 hezar TL'yî. Wek suriyeyiyan li me kirin, konan jî nadin me. Me leşkeriya vî welatî kir, em welatiyên vî welatî ne. Em ê bi ku ve herin?” Onen da zanîn ku wan 40 sal berê bi tenekeyan av tanî gund, ava bi kêzik vedixwarin lê ji gund neçûn û wiha got: “Me gund kir cihê jiyanê, lê niha jî dibêjin derkevin. Niha jî riyê çêdikin, dibêjin derkevin û li aliyê dinê rê çêdikin. Ka me çi fêm kir?”
‘RIYÊ JI XWE RE ÇÊDIKIN’
Welatiya bi navê Sultan Çakir (60) diyar kir ku ew ê piştî vî emrî herin ku û wiha got: “Em naxwazin ji gundê xwe derkevin. Em ê evqas şênî bibin ku, şirket jî zorê bi kart îne û dibêje 'hun ê derkevin'. 10 zarok û 12 neviyên min hene, em li vir mezin bûne. Bi mirina me jî be, em gundê xwe terk nakin. Serjêkirin be jî em dernakevin. Tapû di destê me de ne ji me re dibêjin ên bi tapû û ne tapû derkevin. Me bi zehmetiyan gund kir gund, bav û kalên me di goristana gund de ne. Em ê çawa dev jê berdin, em ê çawa dev ji karê xwe berdin? Ne şev şev e ne jî roj roj e, dema tên ser sifrê qirika me tijî dibe. ”
‘EM JI GUND HERIN EMÊ BIMÎNIN KOLANAN’
Jina bi navê Cahîde Onen jî dest nîşan kir ku ji ber toza madenê nexweşîna penceşêrê li hevala wê peyda bûye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Onen got ku ew pîr e, feqîr e xaniyê wê kevn e û wiha axivî: “Em ji vir derkevin, em ê li kolanan ji birçînan bimirin. Em ê wek kalên ku zarokên wan ew avêtine kolanan birçî bimînin. Em dernakevin û heqê xwe dixwazin.”
Berîtan Îrlan dihaber