AGIRÎ – Li Qursa Qur'anê ya Zarokan a Îmam Buharî zarokek lê rastî îstîsmarê hat. Li gel vê bûyerê hîna jî qurs vekiriye. Welatiyan bertek nîşanî bêdengiya raya girştî da.
Li Agiriyê, li Qursa Qur'anê ya Zarokan a Îmam Buharî zarokekî 17 salî zarokekî 9 salî îstismar kiribû. Li gel vê bûyera îstismara zayendî, hîna jî qurs vekiriye û ders lê tê dayîn. Welatiyên bertek nîşanî vê rewşê dan û têkildarî bêdengiya raya giştî de jî bi gazinc in.
'EV HEQARET E'
Welatiyê bi navê Mahmut Çermîk da zanîn ku hîna qurs vekiriye û wihya axivî: “Ev ji bo me heqaret e. Li tevahiya Agiriyê qurs hatine vekirin. Li her kolan û taxan qurs hatine vekirin. Ez dixwazim qurs bên girtin.”
'ÇIMA HÎN VEKIRIYE?'
Ferzende Altun pirsa "gelo li vir dersa tecawizê didin zarokan" kir û wiha axivî: “Ji xwe ew mamosta jî zarok bû. Evqas bê wijdanî nabe. Ez li dijî van qursa me. Lê hîna vekiriye. Çima nehatiye girtin? Ger zarokê wezir an jî yê dewlemendekî bûnan niha dinya xera kiribûn. Ez bertekê nîşanî bêdengiya raya giştî jî didim.”
Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclisa Jinan a (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir ku hemû kes dizane ku ev cihên nêzî desthildariyên e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê AKP li ser mijarê nasekine.”
‘DERSÊN ÇI TÊN DAYÎN KES NIZAN E’
Taşdemîr diyar kir ku ev bûyer encama desthilatdariya 15 salan a AKP’ê ye û wiha axivî: “Li tevahiya Agiriyê qursên wiha hatine vekirin. Qaşo perwerdeyê didin. Kes nizane çi perwerdê didin. Ê ku dersê dide zarokek 17 salî ye. Kî ev zarok erkdar kiriye?”
'ÇIMA RAYA GIŞTÎ BÊDENG E?'
Taşdemîr îstîmara li Weqfa Ensar a Karamanê bi bîr xist û wiha got: “Hemû kes dizanin ku ev cih nêzî desthilatdariyê ne. Ji ber vê AKP li ser nasekine. Têkildarî mijarê ji bo serokwezîr bibersivîne me pêşnûma da meclisê, lê hîna jî bersiv nehatiye dayîn. Em ê şopdarê bûyerê bin.”
Taşdemîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez wateyê nadim bêdengiya civak, rêxistin û gelên demokrat. Ez bang li gelê Agiriyê dikim, çima bertek nîşan nedin? Divê sazî û dezgehên sivîl bertek nîşan bidin. Ev rewşeke pir bi talûke û xerab e. Divê vekirina Qursa Îmam Buharî ji AKP’ê bê pirsin.”