COLEMÊRG – Zarokê bi navê Hakan Ayvalik ku li Geverê di teqînekê de bi giranî birîndar bûbû, di 9 mehan de 9 caran emeliyat bû. Her wiha dê demek şûnde Ayvalik dîsa emeliyat bibe. Ayvalikê ku diviya li nav hevalên xwe bûna, niha temamiya rojê li nav derî rûdinê û temaşeyî hevalên xwe yên dilîzên dike.
Dema zarokên li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Gever a Colemêrgê li nav erd bi gogê dilîstin, cismeke nediyar teqiya bû û ji ber vê teqînê 3 zarok birîndar bûbûn. Yek ji van zarokan jî Hakan Ayvalik e ku di teqîna wî cismê nediyar de bi giranî birîndar bûbû. Ayvalik di 9 mehan de 9 caran emeliyat bû. Ji ber ku reheke lingê wî yê rastê baş naxebite, dê demek şûnde dubare bê emeliyatkirin. Ayvalikê ku diviya li nav hevalên xwe bûna, niha temamiya rojê li nav derî rûdinê û temaşeyî hevalên xwe yên dilîzên dike.
DI 9 MEHAN DE 9 CARAN EMELIYAT BÛ
Di bûyera 10'ê Cotmeha 2016'an de, Umut Ayvalik ê 11 salî jiyana xwe ji dest dabû û Rûken Ayvalik birîndar bûbû û Hakan Ayvalik jî bi giranî birîndar bûbû. Hakan Ayvalik li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dihat dermankirin. Her çendî hatiye emeliyatkirin jî hêj rewşa wî baş nebûye. Hefteyek berê wî ji nexweşxaneyê anîn malê, lê ji ber ku reheke lingê wî yê rastê naxebite, dê demek şûnde dîsa bê emeliyatkirin.
Bav Ahmet Ayvalik da zanîn ku kêfxweşiay jiyanê ay kurê wî hatiye tarûmarkirin û 9 mehên wan li nexweşxane û riyên nexweşxaneyê derbas bûye. Ayvalik aşkera kir ku Hakan ji her du lingê xwe, milê xwe yê rastê û ji pişta xwe emeliyat bûye û wiha axivî: "Di wê teqînê de biraziyê min î piçûk Umut jiyana xwe ji dest da û Hakan jî birîndar bû. Ji jiyanê sar bû. Ji xwe malbata Umut û bi taybetî dayika wî, hêj rewşa wê ne baş e, li ber çavên wê kurê wê mir. Ev 9 meh e em di riya nexweşxaneyê de perîşan bûn. Destpêkê bijîşkan got ku dê her du lingên wî bên jêkirin, lê ji ber hewldana wan lingên wî baş bûn. Emeliyat hêj neqediyane. Ji ber ku reheke lingê wî zirar dîtiye, xwîn lê nagere. Her dem diwerime. Bijîşk dibêjin divê careke din bê emeliyatkirin."
HAKAN DI XEWNA XWE DE UMUT DIBÎNE
Ayvalik aşkera kir ku li gel hemû bêderfetiyê jî çi ji destê wî tê, ew ji bo kurê xwe dike û 3 roj berê piyên wî ji alçiyê hatiye derxistin. Ayvalik piştrast kir ku ji ber rojên li nexweşxaneyê û tiştên hatin serê wî, Hakan hêj bi ser xwe de nehatiye û wiha domand: "Berî teqînê zarokekî kêfxweş bû, niha em diaxivin bi hêrs e û derûniya wî xirab bûye. Di temenekî biçûk de tiştên giran hatin serê wî. Hakan her dem di xewna xwe de Umut dibîne. Dibêje Umut bangî min dike."
Ayvalik dest nîşan kir ku di dema teqînê de wan li dozgeriyê serlêdana sûc kiriye, lê hêj dosya di pêvajoya lêpirsînê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kî ew cism avêt nav erd. Ji bo çi ji wir ranekirin. Em nizanin. A rast em nizanin em ê ji kî hesab bipirsin. Roja ewil polîsan îfadeya me wergirt û wekî din kes nehat."