Hêviya xwe ji 2017'an jî birîn: Turîstên heyî jî piştî erdhejê çûn

MUGLA - Piştî erdhejê li Bodrûmê hemû rezervasyon hatin betalkirin û otelên li herêmê jî vala man. Turîzmvan hêviya xwe ji sala 2017'an jî birîn. Serokê Komîteya Pîşeyî ya Kargeriya Yatan a Odeya Bazirganiya Behrê ya Tirkiyeyê Tunç Kurtoglu anî ziman ku rêwîtiya şîn di serdema xwe ya herî xirab de ye."

Ji ber pirsgirêkên di navbera Tirkye û Rûsyayê de, esnafên li Tirkiyeyê û welatiyên bi tûrîzmê re eleqedar dibin, zehmetiyên mezin dikişînin. Sala par serdema havînê bi xemgînî hatibû bidawîkirin, lê îsal esnafên Bodrumê jî di tengasiyê de ne. Herî dawî di 21'ê Tîrmehê de bi şideta 6.6'an erdhej çêbûbû û bandoreke zêde li herêmê kir. Hêj li bajêr hejek yanî erdhejên piçûk çêdibin û ji ber vê yekê welatî şeva xwe li derve derbas dikin. Dîsa ji ber erdhejê gelek tûrist jî bajêr veqetiyan.

‘YÊ HEYÎ JÎ JI BER ERDHEJÊ ÇÛN’

Welatiyê bi navê Ugur Kaptan ku bi turîzma yatê re eleqedar e, dest nîşan kir ku tûrîstên li Bodrumê jî ji ber erdhejê ji bajêr derketine. Kaptan da zanîn ku sala çûyî, ji ber vegotina şerî ya îktîdarê, turîzma yatê bi tengasiyeke mezin re rû bi rû ambû û wiha axivî: "Ji xwe turîst nedihatin, yên heyî jî yek bi yek ji herêmê çûn."

Turîzmvan Osman Bîlgîn jî got ku "Piştî erdhejê rewş gelekî xirabtir bûye" û domand: "Me di warê aborî de gelek winda kir. Qasî ji sedî 50 em bi paşve çûn. Li kuçeyên Bodrumê hêj tirs serdest e."

‘SERDEMA HERÎ XIRAB’

Serokê Komîteya Pîşeyî ya Kargeriya Yatan a Odeya Bazirganiya Behrê ya Tirkiyeyê Tunç Kurtoglu jî anî ziman ku bi erdhejê re turîzma yatê derbeyeke giran xwariye û ev tişt gotin: "Tenê di turîzma yatê de ji sedî 60 windahî heye. Jixwe erdhej jî bû sosa wê. Erdhejê bandor li ser turîstên xwecîhî jî kir. Ji xwe êdî turîstên biyanî li Bodrumê naxuyên. Ji ber ku li welat aştiyek jî tune, welatiyên Almanya, Fransa û Îngiltereyê ji vir veqetiyan. Bûyerên şidetê bandoreke xirab li ser turîzmê kir. Ev serdemeke gelek xirab e."