Penaberên sûriyeyî bi fikar in: Tirkiye dojehek din e

ÎZMÎR - Penaberên sûriyeyî yên li Basmanê bi cih bûne, li aliyekî dibin hedefa gotinên nifrînê, li aliyê din jî ji ber hebûna DAIŞ, El Nusra û komên Hizbullahê bi fikar in. Penaberan diyar kir ku ew ji zilma şerê li Sûriye reviyan û hatin ketin nava zilma li Tirkiyeyê.

Penaberên sûriyeyî ku her roj êrîş li wan tên kirin, di şertên OHAL'ê de, li dijî wan gotinên nifrinê zêdetir bûn. Herî zêde li Îzmîrê bi gotinên nifrînî rû bi rû dimînin û êrîş li wan tê kirin. Li gorî daneyên fermî nêzî 80 hezar penaberên sûriyeyî li Îzmirê dijîn. Li gorî rapora meha Sibatê ya penaberan li Îzmirê di navbera 100 -500 hezar penaber dijîn. Penaber herî zêde li navçeyên Torbali, Bergama, Konak, Çeşme û Foça bi cih bûne û dijîn. Li gori raporan ji ber ku şertên jiyanê bêtir hêsan e koçber û penaber bajarê Îzmirê ji bo xwe guncavtir dibînin. Penaberên koçî Îzmirê dikin jî ji ber nasnameya xwe tundî û neheqî li wan tê kirin. Dîsa mafê wan ê penaberiyê ji destê wan tê girtin û di nava şert û mercên giran de dijîn. Yek ji fikara penaberan jî hebûna endam û sempatîzanên DAIŞ û El Nusra ye.

‘NE PÊKAN E KU MIROV NETIRSE'

Li Semta Basmane ya Îzmirê ku nêzi 15 hezar penaber lê dijîn, li her kolanê mirov rastî penaberan tê. Bavê 4 zarokan Fadil L., ku ji ber şer ji Helebê koçî Îzmirê kiriye, diyar kir ku 3 salin di nava şert û mercên pir giran de dijî. Fadil L., anî ziman ku ditirse li vir bibe hedefa êrîşan û wiha got: "Li Tirkiye jî kesên nêta wan xerab hene. Em di televîzyonan de êrîşên li dijî penaberan temaşe dikin. Ev me dixe nava fikaran. Lê em nizanin dê kengî çi bê serê me. Em dibihîzin ku li aliyekî me DAIŞ hene. El Qaîdeyî û Hizbullah hene. Li vir fikarên me hene."

Bavê 2 zarokan Abdurrahman M. jî diyar kir ku 5 salin li Tirkiye dijî û wiha got: Em li Sûriyeyê di nava zilmekê de bûn. Em hatin Tirkiyeyê em ketin nava zilmeke din. Difikirim ku di Cejna Qurbanê de biçim Sûriyêyê. Ez dibînim ku êrîş hene. Em bi fikar in. Em di hedefa êrîşan de ne û ev jî me dixe nava fikaran."