ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, li ser navê Sariyildiz ê ku dê wekîltiya wî bê xistin, parastin kir, da zanîn ku bi manşetên rojnameyan ev pêvajo hatiye amadekirin û wiha axivî: "Divê ku em îro şûn de wiha bêjin: Serwerî bê şert û merc a desthilatdariyê ye, ne ya gel e."
Piştî wekîltiya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz hat xistin, bertekên HDP'ê zêde bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş di civîna Lijneya Giştî de 3 saetan parastina Sariyildiz kir û parastina nivîskî ya ku Sariyildiz şandibû jî xwendin. Beştaş aşkera kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, hikumeta AKP'ê li dijî siyaseta demokratîk mudaxale pêk aniye.
Beştaş da zanîn ku bi hincetên wekî "bêdewamiyê" xistina wekîltiya Hezer û Sariyildiz ne di cihê xwe de ye û aşkera kir ku berê tiştekî wiha li Meclisê nehatiye dîtin û vê yekê tenê li dijî HDP'ê pêk tîne.
‘SARIYILDIZ HEDEF NÎŞANDAN’
Beştaş diyar kir ku Sariyildiz gelek caran hedef hatiye nîşandan, bi taybetî çapemeniya nêzî desthilatdariyê beyî ku tu rastiyê li ber çavan bigire, nûçeyên der barê Sariyildiz de kiriye manşet û wiha axivî: "Ya rast mijara bêdewamiyê ya bi destnedanê ve tê nîqaşkirin, gelek caran di Komîsyonê de hat nirxandin, ez dîsa dixwazim bêjim: Faysal Sariyildiz rewşa xwe ya tenduristiyê di rapora xwe de vegotiye, ez wê derbas dibim, ji ber ku bi awayekê sosret ew nayê qebûlkirin. Niha raporeke tenduristiyê li Konsolosxaneya Stuttgartê de winda ye. Ev tiştek çawa ye, em ê vê çawa binirxînin? Bi rastî birêz Faysal nexweş e û tedawî dibîne û ji ber wê nayê. Em wê jî berdin, ji xwe Sirri Sureyya Onder vegotibû, kesên di vê rewşê de nehatine Meclisê wekîltiya çend kesan hat xistin û ya Sariyildiz jî bê xistin? Tu aliyê vê yê hiqûqî tune."
Beştaş go ku "Dema mijar dibe HDP hiqûq ji holê radibe" û wiha pê de çû: "Dema wekîl bi pergalê re be, ne li dijî desthilatdariyê be, ne HDP'î be, bila qet neyê Parlamentoyê. Neyê wê çibe? Wekîltiya wî nakeve, lê dema HDP'î be, tu hiqûq li ber çavan nayê girtin. Em li vir bi cotstandartiyekê re rû bi rû ne." Beştaş da zanîn ku nêzikatiyên li dijî HDP'ê hemû bi hewldana tol girtinê pêk tên, ev jî di hiqûqê de xetereya herî mezin e.
‘TIŞTA BI KURDAN DIKIN DEST NADE WE’
Beştaş destnîşna kir ku partiya desthilatdariyê her dem serdema yek partiyê girtiye binê piyan û wiha dirêjî da axaftna xwe: "Ez li vir bi taybetî ban li wekîlên kurd dikim: Ev neyartiya li dijî kurdan bi rastî naçe zora we? Wekîltiya Şirnexê bi awayekê dijî hiqûqê xistin, ev we aciz nake û hûnê helwestekê nedin nîşan."
‘SERWERÎ YA DESTHILATDARIYÊ YE’
Beştaş nivîsa li pişt Dîwana Meclisê jî bi bîr xist û ev tişt got: "Serwerî bê şert û merc a gel e. Em ê vê yekê di tuzuka navxweyî de bi berfirehî binirxînin, divê em îro şûn de wiha bêjin: Serwerî bê şert û merc a desthilatdariyê ye. Beşa zêde ye, ne gel e."