4 jinan Kooperatîfa Şilêr vekir û bi hev re dixebitin

NAVENDA NÛÇEYAN - 4 jinan li taxa Şerqî ya Qamişloyê kopertîfa mast vekirin û bi hev re ji bo pêşxistina aboriya xwe dixebitin. Armanca jinan ew e di hemû qadên jiyana civakî de kopertîfê bi pêş bixin û jiyana civakî hêsantir bikin.

Gelên li rojavayê Kurdistanê bi despêka Şoreşa Rojava re pêngavên mezin di aliyê rêxistinî û avakirina komîn û kooperatîfan de avêtin. Xebatên kooperatîfê yên girêdayî Pergala Neteweya Demokratîk li rojavayê Kurdistanê tecrûbeyeke nû ye. Li gorî nûçeya ANHA'yê, jiyana kolektîf bi komîn û kooperatîfan di hemû şert û mercên zehmet de kar û xebatên xwe didin meşandin. Lê rixmê hemû zehmetiyan jî pengavên mezin hat avêtin. Di qada aborî de jinan jî xwe rêxistin kirine û koopertîfên xwe yên xweser saz kirine.

4 JIN BI HEV RE DIXEBITIN

Yek ji va Kooperatîfan Kargeha Şîr, Mast û Penêr e. Kargeh li taxa Şerqî ya Qamişloyê ji aliyê 4 jinan ve hatiye vekirin. Her çar jin di nava kopertîfê de bi rihekî hevbeş dixebitin, hem debara xwe dikin û hem jî jiayana bi hev re divê çawa bê avakirin, dibin xwedî çandek polîtîk

HER ROJ 200-400 KÎLO ŞÎR JI HERÊMÊ TÊ

Xebatkarên Kooperatîfa Şilêr Gulsêrên Mihemed Yûnûs anî ziman ku wan di despêkê de zehmetî kişandin û hedî hedî ew zehmetiyên heyî çarêsêr bûne û wiha got: "Em ji karê xwe encam digrin 6 meh in ku Kooperatîfa Şilêr hatiya vekirin. Em 4 jin li vir kar dikin, em ne tenê wekî xebatkar li vir in, em wekî malbatekê li vir mast, penîr, lorîk û labnê çedikin. Her roj ji gundên derdora Qamişloyê 200-400 kîlo şîr ji me re tê. Berhemê şîr nêzî 200 sîtil mast derdikeve. Ew mast li gundên derdora Qamişlo, Holê û Hesêkê tên firotin.”

3 TON PENÊR Û 700 KÎLO LEBNÊ XWESTINE

Jina bi navê Zêkiyê Abdulrêzaq Hamîd jî di koopertîfê de kar dike. Zêkiyeyê aşkera kir ku despêkê ew wekî malbatê li vir kar dikin û wiha pê de çû: "Em despêkê di sîtilan de şîr dikelînin û dema zedê dimenê em dikin lebnê. Çi ji be bê xwestin jî em wekî daxwaza kirîner jî xwarinan çê dikin. Hêvîdarim ku jin û malbat tev li koopertîfê bibin û em bi hev re jiyana kolektîf bi pêş bixin. Ew ji bi rêya komîn û kooperetîfan pêk tê."

Endamên koopertîfê diyar kirin ku 3 ton penîr, 700 kîlo lebnê ji wan hatiya xwestin û ew amedêkariya we dikin.