ÊLIH - Şibakeya wesayîta taybet a Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat şikandin.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan duh êvarê li taxa Kultur a Êlihê çû mêvaniyê û şibakeya wesayîta wî ya taybet ji aliyê kesek an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat şikandin. Aslan diyar kir ku tenê şibakeya wesayîta wî hatiye şikandin û li gel ku hin pere û alavên wî maddî hebûne dest nedanê. Aslan destnîşan kir ku êrîş li dijî şexsê wî pêk hatiye.
Têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.