'Bejna te li Azadiyê hat, Azadi jî li bejna te hat

AMED - Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan ji bo endama Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk Turkan Yuksel ku li Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da nameya vekirî nivîsand. Gokkan, diyar kir ku bejna wê li azadiyê û azadî jî li bejna wê hat.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek vekirî ji bo endama Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk Turkan Yuksel ku li Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da nameya vekirî nivîsand. Gokkan, diyar kir ku bejna wê li azadiyê û azadî jî li bejna wê hat.

Nameya Gokkan a ji bo Yuksel wiha ye:

Turkan Yuksel hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Hemû jiyana têkoşina te di kenê rûyê te debû. Ger ku têkoşîn berxwedan, şoreş biaxive dê Turkan bê fêmkirin. Jinek kurdistanî Meraşî hemû axaftina te bi peyva “rêheval” rûkeniyê avadibû wê nikarîbû watedar bikira. Pir bi biryar bû deriyê hemû astengiyan parçe kir. Deriyê malbatperestî, olperestî, nijaperestî, zayendperestî, zanistperestî û hwd. li dijî asimilasyona ku kurd, elewî jin be perçe perçe kir.

Komkujiya Mereşê bi têkoşina li dijî nijaperestiyê watedar kir. Ji tirkan û sunniyan nefret nedikir û her çigas qetlîam li ser elewiyan jî hatiye kirin jî ew bi zihniyeta serdestiyê, asimilasyona red û înkarê re şer dikir. Ligel wê jineke kurd û elewî bû ew li dijî olperestî, nijarperestî, zayendperestî bû. Hêza ku tu kesî têrê nedikir wê ji riya jin jiyan azadî û netewa demokratîk biqetenda.

Turkan di partiya siyasî de siyasetmedara kolan, taxan û malan bû, ew ne di siyaseta brokrasiya siyasetê de bû. Bi rêxistina jinê re dijiya. Di avakirina Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (TJAD-DOKH) wekî berxwedêrekê dixebitî.

Di kampanyaya wekîlên serbixwe de “em ê vîna jinê ji zindanan hilînin” Stenbolê rengîn kir. Roja berxwadana zindan û derve qezenc kir, dirokê li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir. Bi dengê “Jin Jiyan Azadi” Stenbol hejiya.

Heval Turkan ez tu car li ser te hêsiran nabarînim. Ger ku ez hêsra bibarînim û xemgîn bibim zanibe ku dilê min pir bi te dimîne û bi jiyana te dimîne. Jiyana te her kesî hesûd dike. Xwaziya dilê min bi te, bi jiyanek rûmet te. Te hemû gotinên xwe anîin cih.

Wek jinek kurd tu car nabejin oxir be tu jî xatir nexwaze.
Lê ez bawer nakim tu kes êdî wekî te lî dil bêje “Rêheval”

Her ez ji gotina teye “Çawa ye Rêheval” mahrûm bim dê jiyana min ji kêmke. Ez niha te bi gotina xwe poşman bûm. Ez bawerim te gelek kes hini ji dil bêje “Rêheval” kir.

Rêhevalê azadiya jinê, rêhevalê xwazeya azad, rêheval jiyana azad, rêhevalê berxwedêrê azadiye, rêhevalê têkoşerên azadiyê Rojhilata nawîn, rêhevala şoreşgerên azadiyê. Ez nabêjim bimîne di xweşiyê de her dem tu di xweşiyê de ye. Ji bo diroka jinê tu hebûnî keda te têkoşina azadiya jinê de ji bîr nabe.

Tu li bejna xwezayê hatî
Xwazayî jî li bejna te hat

Ayşe Gokkan