STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê dê sibê rapora der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de aşkera bike. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê her dem OHAL hebû û diyar kir ku pêşketinên li Îmraliyê her dem bandorê li ser Tirkiyeyê dike.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi tena serê xwe dimîne û hemû serlêdanên parêzeran tên astengkirin, dê sibê sala 6'emîn li pey xwe bihêle. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve hemû hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re bi hincetên wekî "muxalefeta hewayê", "keştî xirabe ye" û "OHAL heye" bi giştî 673 caran hat astengkirin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê dê bi raporekê balê bikişîne ser rewşa Ocalan a 6 salên dawî û dê sibê saet di 12.00'an de li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê raporê ji raya giştî re parve bike. Dê di raporê de serlêdanên 6 salan ji ber çi hatiye astengkirin, dê bê vegotin. Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser rewşa girtiyên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî û aşkera kir ku ev jî di tecrîdê de ne.
DÊ SAZIYÊN SIVÎL JÎ BEŞDAR BIN
Bîlmez aşkera kir ku Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe Mehemt Ocalan re hevdîtin pêk aniye û wiha axivî: "Di 6 mehên sala 2017'an de jî rewş neguherî. Me ji ber vê jî rapor amade kir. Em ê sibê vê raporê ji raya giştî re parve bikin. Tecrîda li ser Îmraliyê tu carî ji bo Tirkiyeyê bi xêr nebû. Em niha vê dibînin û dijîn. Divê raya giştî ya demokratîk bikeve nav hewldanan. Ji bo serwextbûnê em dixwazin daxuyaniyekê bidin. Dê hin rêxistinên civaka sivîl û saziyên hiqûqa demokratîk jî beşdarî vê daxuyaniyê bibin."
Bîlmez diyar kir ku wekî ku rewşa li Îmraliyê tiştekî asayî ye û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Divê baş bê zanîn ku ev qet ne werê ye. Ji bo em balê bikişîn ser vê yekê em vê raporê parve dikin." Bîlmez sekna CPT'yê jî rexne kir û aşkera kir ku CPT li gorî mîsyona xwe tev nagere.
Bîlmez destnîşan kir roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê OHAL li Îmraliyê di dewrê de bûye û piştrast kir ku Tirkiye bûye Îmrali. Bîlmez herî dawî banga "Sekna bi hev re" jî kir û xwest têkoşîna yekparî bê meşandin.