STENBOL - Rêxistinên ked û demokrasiyê bi armanca astengiyên li pêş mafê bingehîn û azadiyê bên rakirin çalakiya "Nobeta Edalet û Azadiyê" ya li pêş Edliyeya Stenbolê di hefteya 6'an de berdewm kir.
Piştî OHAL hat îlankirin, zext û astengiyên li pêş mafên bingehîn û azadiyê zêde bûn. Rêxistinên ked û demokrasiyê bi armanca astengî û zextên li ser mafên bingehîn û azadiyê bi dawî bibin û mafên bingehîn bên nasîn 6 hefteye li pêş Edliyeya Stenbolê "Nobeta Edalet û Azadiyê" pêk tînin. Nobetê îro jî berdewam kir. Di nobetê de xebatkarên TV 10, Komeleya Zarokan a Gundem, Komeleya Hiqûqnasên Azadixwaz, (OHD) û gelek saziyên din amade bûn. Çalakgeran li pêş Edliyeya Stenbolê pankarta "Em edalet û Azadiyê dixwazin" vekirin û bê navber siloganên “Bila OHAL bê rakirin em azadiyê dixwazin", “Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibin" û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin." berz kirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Stenbolê Sinan Zincir diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir 370 komele hatin girtin û wiha got: "Operasyonên li dijî demokrasiyê û kurdan berdewam dikin. Şev nîvê şevê avahiyên me hatin mohrkirin. Me di heman şevê de got hûn nikarin bi mohrkirina avahiyên me xebatên me asteng bikin. Hûn nikarin li ser ve axê mafên bingehîn yê azadî û jiyanê asteng bikin. Bi mohrkirina avahiyan hûn nikarin xebatên ked, jin, LGBTÎ û demokrasiyê asteng bikin. Hûn nikarin mudaxîla me ya dozan asteng bikin. Em îro tekoşîna xwe li kolanan berdewam dikin. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz tu carî xebatên xwe di nava dîwaran de bi sînor nekir. Li bajarên Kurdistanê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê dema li dijî gelê kurd komkujî hatin meşandin em li wir bûn. Dîktatoriya AKP û Qesrê li bêtehamuliya dijî têkoşîna me ya demokrasiyê bi girtina komeleya me nîşan da.
‘JI BO MAFÊ ZAROKAN EMÊ TÊBIKOŞIN'
Endama Komeleya Zarokan a Gundem Alper Yalçin jî anî ziman ku ji bo mafên zarokan li gelek qadan tê dikoşin û ji bo parastina mafên zarokan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yalçin, anî ziman ku ew îro jî li cem parazvanên mafên mirovan cih digirin û bi piştevanî û hevkariyê bi ser bikevin. Yalçin, da zanîn ku ew dê parastina mafên zarokan berdewam bikin û ji bo zarokan têbikoşin. Xebatkara TV 10 Rohat Emekçî jî bal kişand ser gotina Seyid Riza û wiha got: "Bi hatina OHAL'ê re mafên azadiyan hatin astengkirin. Komele hatin girtin. Tundîya li ser mirovan zêde bûn. Li Kurdistanê mirov hatin kuştin. 79 sal berê li Dersimê jî heman komkujî pêk hat. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."