Di roja 260'an de hewldana provokasyonê

ENQERE - Polîsan li Kolana Yukselê mudaxaleyî çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" kir. Polîsan Velî Saçilik binçavkirin. Li aliyê din komek din hatin cihê çalakiyê û nîşaneya gurê boz bilind kirin. Lê polîsan temaşe kir û mudaxale nekir.

Çalakiya "Em karê xwe payve dixwazin" ku Nûriye Gulmen û Semih Ozakça yên 140 rojin di greva birçîbûnê dene dane destpêkirin di roja 260'an de berdewam kir. Koma xwest bimeşin Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê rastî êrîşa polîsan hatin. Koma gihişt konurê rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan li kolanê êrîş kir û Veli Saçilik binçav kirin. Li aliyê din komek din hatin cihê çalakiyê û nîşaneya gurê boz bilind kirin. Koma nijadperest siloganên "Li vî welati her tişt heye. Her Kêfxweş e ji Kesên dibêjin ez Tirk im" berz kirin. Lê polîsan temaşe kir û mudaxale nekir.