Li Dersimê xetereya hebreşkê

DERSIM - Li gundê Pulurê ji ber nexweşiya hebreşkê (şarbon) 12 dewarên welatiyan mirar bûn. Gundiyan aşkera kir ku heta niha rayedaran tu tevdîr negirtine, ew bi derfetên xwe hewl didin tevdîran bigirin.

Nexweşiya hebreşkê di axê û gîha de ji sewalan derbasî mirovan dibe, hat gotin ku li gundên Pulura Dersimê hatiye dîtin. Li gorî agahiyan berî mehekê veterîner çûne gundên wekî Camaliye û Kadekê û nexweşî li teşhîs kirine, di rojên dawî de 12 dewarên welatiyan ji ber nexweşiyê mirar bûne. Hat aşkerakirin ku nexweşî li gundên derûdorê jî hatiye dîtin, gel bi derfetên xwe axê kirêç dikin.

Welatiya bi navê Sevda Kayir li gundê Kadekê dewaran xwedî dike, ji ber nexweşiyê dest ji firotina mast û şîr berda ne. Kayir destnîşan kir kur heta niha Miduryeta Sewalkarî û Çandiniyê ya Bajêr dest li bûyerê werneda ye, bi derfetên xwe veterîner anîne gund û bi nexweşiyê re têkoşînê didin.

Li gorî agahiyan li navçeya Pulurê çêlekek mirar bûye û ev çêlek avêtine çemê Munzurê.