Hevşaredar Kûtlû bihinceta parvekirinên medyaya civakî hat girtin

ŞIRNEX -Hevşaredara Dêrgulê Ozlem Kûtlû bi hinceta parvekirinên xwe yî medyay civakî hat girtin.

Hevşaredarên bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê Ozlem Kûtlû û Mehmet Demîr ku danê sibehê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê, der barê Kûtlû de bi hinceta parvekirinên medyaya civakî biryara girtinê da. Dadgehê, parvekirinên Kûtlûyê wek sedema, “endama rêxistinê” nîşan da.

Her wiha dadgehê Mehmet Demîr jî bi şertê venêrîna edlî serbest berda.

Hate hîn bûn ku, Kûtlû şandine GirtîgehaTîpa T a Şirnexê.