Piştî 14 rojan îfadeya rojnamegeran hat girtin

HATAY - Nûçegihanên me dîhaberê Erdogan Alayamut û Nuri Akman 14 rojin di bin çavan de ne. Piştî 14 rojan îfadeay Akman û Alayumat hat girtin.

Nûçegîhanên me dîhaberê Nûrî Akman û Erdogan Alayamut di 13'ê Tîrmehê de bi hinceta "gumanbariyê" hatin binçavkirin. Akman û Alayumat 14 rojin ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê di bin çavan de ne. Parêzer Suphî Zarîf li Muduriyeta Polîsan a Hatayê bi muwekîlên xwe Alayamut û Akman re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku der barê Alayamut û Akman de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn tê birêvebirin. Akman û Alayumat ên 14 rojin di bin çavan de ne, hêj nû îfadeya wan hat girtin.

Li gorî şertên OHAL'ê kesên tên binçavkirin herî zêde dikarin 14 rojan di bin çavan de bihêlin. Lê îfadeya wan di roja 14'an de hêj nû hat girtin.

Li bendê ye ku Akman û Alayumat sibê derxin pêşerî dozgeriyê.