Rojnameger Yilmaz hat berdan

RIHA - Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasi û Rojeva Medyayê Mehmet Emin Yilmaz ku 14 roj bûn di bin çavan de bû, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.

Belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasi û Rojeva Medyayê Mehmet Emin Yilmaz, di 13'ê Tîrmehê de li Pirsûsa Rihayê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan Yilmaz îro sewqî dadgehê hat kirin. Yilmaz ku bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Xebata li ser navê rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.

Her wiha Mûstafa Çakiltaş, Mûstafa Işik, Talat Demîrbîleklî, Alî Karatay û Ferhat Karatayê ku di 14'ê Tîrmehê de li Pirsûsê hatibûn binçavkirin jî, ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 5 welatiyên ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" dihatin tawanbarkirin bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.