CHP: Divê Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê bê xurtkirin

ENQERE- Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan, der barê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê de wiha got: "Her cure çalakiyên aştiyane û demokratîk ku xwesteka ji bo edaletê bilind dikin biqîmet in, divê bi rêzgirî bên pêşwazîkirin û divê bên xurtkirin."

Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) der barê rojêvê de daxuyanî dan. Tezcan balê kişand ser "Nobeta Wijdan û Edaletê" ku HDP li Amedê da destpêkirin û wiha got: "Her cure çalakiyên aştiyane û demokratîk ku xwesteka ji bo edaletê bilind dikin biqîmet in, divê bi rêzgirî bên pêşwazîkirin û divê bên xurtkirin."

Tezcan der barê "Nobeta Wijdan û Edaletê" de ev tişt gotin: "Her cure çalakiyên aştiyane û demokratîk ku xwesteka ji bo edaletê bilind dikin biqîmet in, divê bi rêzgirî bên pêşwazîkirin û divê bên xurtkirin. Divê ev di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Tevlîbûn an jî netevlîbûna çalakiyê dê paşê bê nirxandin, hîn tu tişt nehatine gotin. Ji dêvla ku dewlet, hêzên ewlehiyê çalakiyên masûm û demokratîk asteng bikin divê derfeta lidarxistina wan bidin. Tenê girtina tevdîrên ewlehî hikûmetan biçûk nakin mezin dikin. Ji bilî vê agvên din dê dê zirarê bidin demokrasiyê, dewleta huqûqê û îtibara hikûmetê. Hikûmeta heyî di vê çarçoveyê de tevnagere."