AMED - Parlementerên HDP'î yên di "Nobeta Wijdan û Edaletê" de ne bi kevçiyan li bariyeran xistin û bi pispîskê çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Avahiyên li hawirdorê jî piştevaniya çalakiya parlementeran kir û her wiha gelek navçeyên bajêr jî bi quşxane û miqilkan piştevaniya çalakiya dengderxistinê kirin.
Li Amedê li Parka Ekîn Cerenê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlementerên HDP'ê didome. Parlementerên li parkê saet di 21.00'an de çalakiya dengderxistinê jî li dar xistin. Parlementeran bi kevçiyan li bariyerên polîsan xist û li pîspîskê xistin. Parlementeran çalakiya xwe ya dengderxistinê 5 deqîqeyan domand û her wiha avahiyên li derdorê jî piştevaniya çalakiya dengderxistinê ya parlementeran kir. Dema deng ji hawirdorê bilind bû polîsan berê xwe da avahiyan. Li ser vê parlementeran bertek nîşanî polîsan da û wiha gotin: "Ji bo çi hûn berê xwe didin apartmanan. Qey hûn ji deng ditirsin."
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, dest nîşan kir ku dê pêl bi pêl ev çalakî berbelav bibe û wiha got: "Îro li Amedê saet di 21.00'an de me hilbijêr careke din deng da daxwaza wijdan, edalet û azadiyê. Ev dengê me pêlek e. Bawer bikin dê ev pêl bi pêl tevbigere. Zehmetiya em di nav de dijîn çi qas mezin dibe bila bibe, lê muferih di destê me yê din de ye. Niha zilm li kesên ji avahiyan deng derdixin, dibêjin bila dengê me bigihê dengê Semîh û Nûriyeyê, dengê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê, dibêjin bila bigihîje trajediyên li Cizîr, Silopiya, Geverê... tê kirin. Kesên ev bariyer danîn ji wijdanê ditirsin, ji edaletê ditirsin. Fêdeya tirsê li ecelê tune ye."
Her wiha li navçeyên Amedê REzan, Farqîn, Erxenî, Bismil û yên din jî gelek welatî piştevaniya çalakiya dengderxistinê kirin.