ENQERE - Serdozgeriya Komarê bi hinceta "heqaret li serokomar hatiye kirin" parastina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku dema di 4'ê Mijadara 2016'an de hatibû binçavkirin û li dozgeriyê kiribû, kir mijara fezlekeyê.
Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin de, felzkeyeke din jî hat amadekirin. Ev fezlekeya skandalî ji Meclîsê re hat şandin. Parêziya Demirtaş ku dema di 4'ê Mijdara 2016'an de hat binçavkirin û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir, bi daxwaza "betalkirina destendayînê" dozgeriyê ew kir mijara fezlekeyê.
Demirtaş, di parêziya xwe de ev tişt gotibûn:
“Em nûnerên gel ên hilbijartî ne. Ne şexsê xwe, em girseyên hilbijêran ên ku me hilbijartine temsîl dikin. Niha ez endamekî qanûnçêkeriyê, parlementoyê me ku destnedayîna min heye. Ez bi sifetê parlementeriyê li hemberî we me. Ne mumkun e ku ez destûrê bidim ku bêhurmetî li vê nasnameya min û îradeya gel bê kirin. Qethiyen di warê hesabdayîna li pêşberî darazeke adil û bêalî de tu fikareyên min tune ne. Tu hesabê ku ez nedim tune ye. Li welatê me rêza ji bo darazê di bin piyan de ye û ez qethiyen qebûl nakim ku bibim kirdeya darezeke wisa. Der barê şexsê te û kesayetiya te de tu teredut û bêrêziya min tune ye. Lê belê, ez fîguraniya vê şanoya darazî ku Erdogan ê rabirdûya wî ya siyasî mişt bi şaîbe û qisûr e ferman kiriye qebûl nakim. Ez ê bersiva tu pirsên te nedim. Bawer nakim ku tu fealiyetake we ya darizandinê adil be. Anîna min a vir jî derhuqûqî ye. Tu daxwaz û bendewariyeke min ji te tune ye. Tenê gelê min û hilbijêrên min ji ber fealiyetên min ên siyasî dikarin lêpirsîna min bikin."
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di Çileya 2017'an de fezleke amade kir û van îfadeyên Demirtaş di çarçoveya "heqaret li serokomar kiriye" nirxandin. Dozgeriyê di vê çarçoveyê de xwest destnedayîna wî bê rakirin û fezlekeya ku amade kir ji Wezareta Dadê re şand.
Wezaretê demek berê ev fezleke ji Meclîsê re şand.