AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, li parka ku Nobeta Wijdan û Edaletê lê tê girtin pirsên dihaber'ê bersivandin. Kemalbay, diyar kir ku dorpêçkirina polîsan a li Amedê pûxteya Tirkiyeyê ye û wiha got: "Wêrekî jehrkujiya faşîzmê ye. Em ê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin."
Li Amedê Nobeta Wijdan û Edaletê di roja sêyemîn de ye. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay serdana Nobeta Wijdan û Edaletê kir. Kemalbay ji bo dihaber'ê, nobeta ku dê piştî Amedê li Wan, Stenbol û Îzmîrê bidome nirxand.
Kemalbay, anî ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê û bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re îktîdara AKP'ê pêvajoya "sazîbûnîkirina faşîzmê" daye destpêkirin. Kemalbay, dest nîşan kir ku pêkanînên AKP'ê yên niha encamên vê pêvajoyê ne.
'JI BO HILPERANDINA WIJDANAN EM DI NOBETÊ DE NE'
Kemalbay wiha axivî: "Me wek bersiva pêvajoya darbeya siyasî ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê hat destpêkirin Nobeta Wijdan û Edaletê da destpêkirin. Me di 7'ê Hezîranê de îktîdar xist. Vîna gel ku di 7'ê Hezîranê de derket holê, nehat hesibandin. Ji wê rojê heta niha rêveberiyeke kêfî didomîne. Hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê jî veguherandin firsendekê û bi OHAL'ê re pêvajoya sazîbûnîkirina faşîzmê da destpêkirin. Bi referandûma 16'ê Nîsanê ya ne rewa jî bi guherandina Qanûna Bingehîn re mayîndekirina faşîzmê peyde kir. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û kesên îtirazên wan hene vê rewşê bidin rawestandin. Ji bo vê yekê jî divê têkoşîn bê xurtkirin. Di pêvajoyeke ku civak tê tepisandin û tê dorpêçkirin de me xwest em wijdanan û hesta edaletê hilperînin û ji bo vê em di nobetê de ne."
'LI DIJÎ ÎMPARATORIYA TIRSÊ WÊREKÎ'
Kemalbay, balê kişand ser derhuqûqiyên li Tirkiyeyê û diyar kir ku daraz ne serbixwe ye. Kemalbay, ji bo edaletê balê kişand ser divêtiya têkoşînê jî û got ku, li Tirkiyeyê derhuqûqiyeke mezin heye. Her wiha Kemalbay, balê kiaşand ser girtina rojnamger, siyasetmedar, akademîsyen û gelek derdoran û wiha got: "Ancax em bi wêrekiyê dikarin li hemberî vê împaratoriya tirsê rawestin."
Kemalbay, balê kişand ser Nobeta Wijdan û Edaletê ku ev 3 roj in li Amedê didome û atsengkirin û dorpêçkirina polîsan jî. Kemalbay, got ku derdora parka ku nobet lê tê girtin ji aliyê bi hezaran polîs, bariyer û wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin û ev rewş pûxteya rewşa Tirkiyeyê nîşan dide. Kemalbay, anî ziman ku bi dorpêçkirinê tê xwestin ku nobet bê astengkirin û wiha domand: "Li gel vê yekê jî parlementerên me li ber xwe didin. Divê li dijî faşîzmê em bibin yek û bitêkoşin. Dibe ku fikra me ne wek hev be. Lê êdî di vê rejîma Erdogan-Bahçelî, vê rejîma mîlîtarîst, netewperst de tu kes ne ewle ye. Karê wî/ê, mala ku lê dijî, yanî tu tişt ne di ewlehiyê de ye. Divê em li hemberî vê li ber xwe bidin. Divê muxalefeta civakiyî ji bo vê Nobeta Wijdan û Edaletê bi hestiyariyî tevbigere. Ji ber ku li Kurdistanê hatiye destpêkirin divê rojavayê welat destê xwe bide destê Amedê."
'WÊREKÎ JEHRKUJIYA FAŞÎZMÊ YE'
Kemalbay, bi bîr xist ku nêzî 5 hezar partiyî bi awayekî derhuqûqî rehîn hatine girtin û êrîş li nasnameya parlementeriyê ya wekîlên HDP'î tê kirin. Kemalbay, diyar kir ku li gel hemû astengî û êrîşan jî ew ê li her derî bitêkoşin û wiha domand: "Ji ber vê me li Amedê nobet da destpêkirin. Paşê em ê li Stenbol, Wan û Îzmîrê nobetê bigirin. Piştî nobeta mehekê em ê amadekariyên mîtîngan bikin. Dê ev yek di heman demê de ji bo me bibe pêngava rêxistinbûyînê. Em ê derî bi derî bigerin. Em ê tim têkoşîna xwe xurt bikin. Em dizanin ku em ê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin. Divê her kes bi wêrekî barê vê pêvajoyê bide ser pişta xwe. Wêrekî jehrkujiya faşîzmê ye. Em dibêjin 'Wêrek bin'."
‘LI ROJAVAYÊ OHAL LI KURDISTANÊ RÊVEBERIYA AWARTE HEYE'
Kemalbay, dest nîşan kir ku divê hestiyariya ji bo Meşa Edaletê ji bo Nobeta Wijdan û Edaletê jî bê nîşandan û wiha axivî: "Heta divê em bêtir piştevaniya hevdu bikin. Çimkî ji Enqereyê heta Stenbolê destûra meşê heye, lê belê li vir gavek jî tê astengkirin. Li rojavayê OHAL, li Kurdistanê rêveberiya awarte heye. Ji ber vê divê her kes piştevaniyê bike. Tiştên îro diqewimin formateke din a darbeya 12'ê Îlonê ne."
'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ'
Kemalbay, dest nîşan kir ku AKP OHAL'ê veguherandiye rejîmeke asayî û bi vî awayî welat ber bi kendal ve dibe. Kemalbay wiha axivî: "Divê bi têkoşînê bersiva faşîzmê bê dayîn. Ji bo rûxandina faşîzmê têkoşîn divê. Ev îktîdar xwe ji pevçûnan, berberîkirinan û şer hildiberîne. Nexwe divê em polîtîkayên ku berberîkirinê ji holê radikin bişopînin. Em têkoşîneke bi vî rengî pêşniyarî partî û rêxistinên demokratîk ku di warê demokrasiyê de têdikoşin dikin. Pêdiviya me bi rêveberiyeke ku aştiyê dike malê civakê, ji bo her kesî edaletê diparêze heye. Ji ber vê divê tu kes berbayî xeyalên 2019'an nekeve û ji niha ve li dijî faşîzmê ji bo xurtkirina têkoşîn tevbigere. Divê tu kes li hemberî daxwazên gelê kurd ên azadî û demokrasiyê nekeve dafika kodên statukoparêz. Bila bi demokrasiyê li sedsala 21'emîn binihêre. Em ê ji bo pêşerojeke hevpar dest bidin hevdu û bitêkoşin."