Niştecihên taxê: Piraniya zarokên me ji ber avê navêşî bûne

RIHA - Niştecihên Taxa Kisasê ya Rihayê ku elewiyên tirkmen lê dijîn, diyar kirin ku ji ber ava gemarî ya vexwarinê piraniya zarokên taxê navêşî bûne. Her wiha ŞUSKÎ jî parast ku av di standardên cîhanê de ye û tiştên niştecihên taxê dibêjin ne rast in.

Li Taxa Kisasê ya girêdayî navçeya navendî Halîliye ya Rihayê ku elewiyên tirkmen lê dijîn û gelheya wê 10 hezar e, welatî ji ber ava gemarî gilîdar in. Li gor îdiayên niştecihên taxê, ava şebekeyê gemarî diherike û ji ber vê nêviyê zarokên wan navêşî bûne. Niştecihan diyar kir ku wan ev rewş ji Gerînendetiya Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonan (ŞUSKÎ) a Rihayê re jî rave kiriye, lê belê kesî guh nedaye wan.

NIKARIN AVA DAWERIVANDÎ VEXWIN

Esnafê taxê Îsmaîl Guleç ê 42 salî, anî ziman ku av pir berbat e û nayê vexwarin û wiha got: "Depoyeke me ya avê heye, lê tu fêdeya wê tune ye. Çimkî av nayê dawerivandin. Ava me zaf bi kirêc û kevz e. Têkildarî vê dema em li ŞUSKÎ'yê digerin, xwe li bahaneyan datînin û guh nadin pirsgirêkê. Çend caran hin kes hatin vir û av tahlîl kirin. Di tehlîlan de derket holê ku av gemarî ye." Guleç, diyar kir ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e, ew nikarin pergala dawerivandinê bi cih bikin û ji mecbûrî vê ava gemarî bi kar tînin.

‘NÊVIYÊ ZAROKAN NAVÊŞÎ BÛNE'

Esnafê bi navê Alî Men ê 30 salî jî, anî ziman ku av pir naherike û li taxeke 10 hezar gelheya wê heye ava paqij tune ye û wiha domand: "Fatûreya min a avê 2 hezar lîre hatiye. Madem ez vî pereyî didim, nexwe mafê min e ku ava paqij vexwim. Mesela heke li gund 200 zarok hebin, ji vana 100 jê navêşî bûne. Dewlet dizane fatûreya zêde ji feqîran bistîne, lê belê nizane ava paqij bide."

‘HÛN VÊ AVÊ BIDIN HEYWANAN DÊ VENEXWIN'

Cemal Erdem ê 35 salî jî, got ku av nayê vexwarin û dibe sedema nexweşînan. Bavê 3 zarokan Erdem, diyar kir ku ji ber vê ava ew vedixwin tim nava wan diêşe û berê xwe didin nexweşxaneyê. Erdem, got ku ew bi hemaltiyê debara xwe dike û wiha axivî: "Ez hemal im. Rojê 50 lîreyî qezenc dikim. Bi vî pereyî debara mala xwe bikim an bi hezar û 500 lîreyî pergala dawerivandinê bi cih bikim." Erdem, diyar kir ku li taxê tenê depoyeke avê heye û ew jî ser wê vekiriye û kes guh nadê. Erdem, dest nîşan kir ku vê ava ew vedixwin heywan jî venaxwain, lê belê ew ji mecbûrî vedixwin.

ŞUSKİ: ÎDIA NE RAST IN

Têkildarî van îdiayan me bi Gerînendeyê Şaxa ŞÛSKÎ'yê Ahmet Altingoz re hevdîtin çêkir. Altingoz, diyar kir ku ew rojê ji hemû xetan sê nimûneyan werdigirin û kontrol dikin. Altingoz, diyar kir ku li tevahiya Rihayê pergalên dawerivandina otomatîk û klorkirinê hene, ji ber vê ne pêkane ku av gemarî be. Altingoz wiha got: "Ava li Kisasê ya bîrê ye û pergala otomatîka klorê heye. Her roj Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajêr û ekîpmanên me yên pergala dawerivandinê nimûneyan ji avê werdigirin. Li gor standardên tenduristiya cîhanê ava bin erdê nayê dawerivandin. Çimkî ew ji nav dawerivandineke xwezayî tê. Ji zinar û kîlê dadiwerivin û tên. Heke îdiayeke wisa hebe, bila tevî rapora xwe ya tenduristiyê hebin. Heke rewşeke ku saziyê têkildar bike hebe em ê demildest mudaxile bikin."