Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe

ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî yên li Îzmirê piştgirî dan çalakiya li Îzmirê û diyar kirin ku deklerasyona HDP'ê erênî û di cih de ye. Nûnerên partiyan diyar kirin ku ger pirsgirêk yek be divê têkoşîna li dijî pirsgirêkan jî yek be û xwestin hemû hêzên ked û demokrasiyê li dora banga HDP'ê bibin yek.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 20'ê Tîrmehê de li Stenbolê "Deklerasyona Çareseriya Demokratîk" a ji 9 xalan pêk dihat aşker kir. HDP'ê bi dirûşmeya "Em ranewestin, bidin rawestandin, faşîzmê rawestînin" starta çalakiyê di 25'ê Tîrmehê de li Amedê da destpêkirin. Çalakiya HDP'ê ya "Nobeta Wijdan û Edaletê" li Amedê bi tevlîbûna parlamenteran berdewam dike. Piştgiriya nûnerên partiyên siyasî û hêzên demokratîk a ji bo çalakiya "Nobeta Wijdan û Edaletê" a HDP'ê mezin dibe. Nûnerên partiyên siyasî yên Îzmirê piştgirî dan çalakiya HDP'ê û xwestin ku her kes li dora banga HDP'ê bibin yek.

Hevseroka Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) a Îzmirê Aslihan Ogurluoglu, diyar kir ku ew girîngiyê didin pêvajoya çalakiyên HDP'ê û wiha got: "Gelek xalên Deklarasyonê yên girîng hene. Xala 'Ji bo her kesî edalet' girîng e. Bang li hemû kesên edaletê dixwazin dike. Disa xala 'Em ranewestin, bidin rawestandin' jî giring e. Li dijî kesên dixwazin me bidin rawestandin divê em bi hev re têbikoşin. HDP'ê her dem xeta têkoşînê bilind kir. Li şûna em tespît bikin divê em têbikoşin. Divê her kes li dora vê xetê têkoşîne bilind bike."

'DAWÎYA DAWÎ DÊ BEND HILWEŞIN'

Ogurluoglu, anî ziman ku îktîdar dixwaze îktîdarê perçe bike û rûqalî hev bike û wiha got: "Li dijî vê yekê HDP bang li her kesî dike û hembêza xwe li her kesî vedike. Îktîdar zaf ditirse ku HDP xwe bigîne girseyê. Barîkatan di nava HDP û gel de ava dike. Naxwazin gel û HDP bibe yek. Lê dawiya dawî dê bi têkoşînê ev bend û barîkat hilweşin. Em ê li gel HDP'ê di nava tekoşînê de cih bigirin. Em ê siyaseta Demokratîk çalak bikin. Êdi çalakiya li kolanan rewa ye. Ji ber ku rêya meclîsê hatiye girtin divê em dengê xwe li kolanan bilind bikin. Divê em kolanan terk nekin."

'LI DORA BANGA HDP'Ê BIBIN YEK'

Serokê EMEP'ê yê Îzmirê Cabbar Demircî jî ani ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê hemû hêzên li hemberî xwe kirin hedef û wiha got: "Hemû kurd, karker, tirk, ciwan jin ên li vî welatî dijîn di bin zextên îktîdarê de dijîn. Êdî li vî welatî edalet û azadî nemaye û ketiye bin piyan. HDP'ê 6 milyon deng girt. Hevserokê HDP'ê, hevşaredar û rêveberên wê girtî ne. Divê li dijî van êrîşan hêza ked û demokrasiyê bi hev re têbikoşin û hêza xwe bikin yek. Em wekî EMEP'ê bawer dikin ku pêwiste ku hemû hêzên ked û demokrasiyê hêza xwe bikin yek û li dijî van êrîşan li dora bang û çalakiya HDP'ê bibin yek."

'DIXWAZIN HDP'Ê JI GEL QUT BIKIN'

Berdevkê Partiya Çep û Keskan a Îzmirê Atîlla Kiliç jî anî ziman ku metna deklarasyona HDP'ê di cih û dema xwe de hatiye dayîn û wiha got: "9 xalên deklerasyonê di bername û rêziknameya partiya me de jî heye. 4 xal li ser edaletê ne. Xalên nasname, nan, av û gotin girîng in. Ev çalakî pir erêni ye û ji bo pêkanînê guncav e. Wekî partiyê karê me zor e. Lê serkeftin jî pêkan e. Dewlet dixwaze HDP'ê û gel ji hev qut bike. Gel HDP'ê wekî vîna xwe qebûl dike. Lê dixwaze wê ji vîna wê qut bike. Êdî AKP ne AKP ye. Bûye Partiya dewletê. Lê AKP çi bike bila bike nikare gel û partiyê ji hev qut bike."