Bavê Ferhat Tepe: Rojnamegerên kurd hêj bihêztir bûn

BEDLÎS - Nuçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe 24 sal berê hat qetilkirin. Bavê Tepe Îshak Tepe bal kişand ser rojnamegerên kurd ên di girtîgehê de û wiha axivî: "Hin ji wan qetil dikin, hin ji wan di bin navê 'Kiryarên ne diyar' de dikin qurban û hin ji wan jî davêjin girtîgehê. Armanca sereke bêdengkirina kurdan e. Lê rojnamegerên kurd tu carî paşve gav neavêtin, her ku çû bi hêztir bûn."

Nuçegîhanê Ozgur Gundemê FerhatTepe 24 sal berê bi awayekî hovane hat qetilkirin. Di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de li Bedlîsê hat revandin û piştî 7 rojan cenazeyê wî li ber Gola Hazarê ya Xarpêtê hat dîtin. Bavê Tepe Îshak Tepe rewşa rojnamegerên kurd ên di girtîgehan de bi bîr xist û wiha axivî: "Armanca sereke ew e ku dixwazin dengê gelê kurd bibirin."

‘YÊ DIKUJE Û YÊ DAVÊJE GIRTÎGEHÊ HEMAN HIŞMENDÎ YE’

Tepe da zanîn li gel tundî, binçavkirin, girtin û mirinan jî rojnamegerên kurd di rastiyê de israr dikin û hemû kirinên dewletê teşhîr dikin û wiha got: "Roja ku Komar hatiye avakirin heta niha, dewlet van pêkanînan li dijî gelê kurd û rojnamegerên kurd dixe meriyetê û rojnamegeran jî tu carî paşve gav navêt, berojaviyê wê hêj zêdetir bi hêz bûn. Hişmendiya ku di salên 1990'î de rojnamegerên kurd qetil dikir, îro davêje girtîgehê."

Tepe aşkera kir ku leşkeriyê navnîşan û cihê Ferhat nîşanî JÎTEM'ê daye û ev tişt got: "Di Tîrmeha 1993'yan de Fermandarê Tûgaya Tetwanê Korkmaz Tegmen li Bedlîsê bi tevlîbûna rûspî û siyasetmedaran civînekê li dar dixe û di wê civînê de gefan li her kesî dixwe. Piştî 17 rojan Ferhat hat revandin. Tegmen nav û navnîşana Ferhat dabû JÎTEM'ê, Tegmen got ku 'Heke hûn xwedî li zarokên xwe derkevin dê tiştên xirab bên serê wan. Ev dewlet bi hêz e dê hem we û hem jî zarokê we bîne rê.' Berpirsyarê qetilkirina Ferhat Tegmen e."

‘GEF LÊ DIXWARIN’

Tepe dest nîşan kir ku Ferhat hemû bûyerên "kiryarên wan ne diyar", şewata gundan û valakirin ên ku dewletê pêk tanîn teşhîr dikir û wiha domand: "Ji ber wê dewlet li pey wî bû. Ji ber ku dewletê nedixwest ev zilm û kuştin bên bihîstin Ferhat qetil kir. Ji xwe ji ber van nûçeyan her dem fermandaran gef li Ferhat dixwarin. Lê Ferhat guh neda tu gefan jî." Tepe piştrast kir ku di laşê Ferhat de şopên îşkenceyê gelek zêde bûne û ev tişt anî ziman: "Berî ku bê qetilkirin, gelek caran hatibû binçavkirin û îşkence dîtibû. Li gel vê jî tişta ku rast didît dest jê bernedida. Xwedî li rastiyan derdiket."

DOZ JÎ VENEKIRIN

Tepe edaleta dewleta tirk jî bi bîr xist û piştrast kir ku 24 sal derbas bûye, di edaletê de tu pêşketin çênebûne, doz berî 2 salan ket ber demboriyê. Tepe derbirî ku li ser vê wan serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) daye û itiraz kirine û wiha domand: "Serlêdana me hat redkirin, lê AYM'ê sûcê dewletê qebûl kir û 25 hezar TL tazmînat birî. Me pişt re biryar bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û li wir jî Tirkiye mehkûm bû. Hem AYM û hem jî DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir, lê tu kes nehat darizandin û der barê kesî de doz nehat vekirin."

Tepe da zanîn ku armanca dewletê ew e, dengê kurdan bibire û ji ber wê jî rojnamegerên kurd xistiye hedefa xwe, lê rojnamegerên kurd tu carî paşve gav navêtine, berovajiyê wê hêj zêdetir bi hêz bûne.

'KURDBÛNA WÎ TÊR DIKIR'

Dayik Zubeyde Tepe bi salan e li Qada Galatasarayê li edaletê digere. Dayik Tepe got ku "24 sal derbas bû, lê kujer nehatine darizandin" û ev tişt anîn ziman: "Bi salan e ez ji bo kurê xwe li edaletê digerim. Heta ez kujerê kurê xwe bibînim, ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Ji bo dewletê kurdbûn û rojnamegeriya Ferhat têra kuştinê hebû. Ji ber ku Ferhat kuştinên 'kiryarên wan ne diyar' teşhîr dikir, hat qetilkirin."